• Hikûmeta Efxan jî pêşniyazî Talîbanê kir ku bi rêya hikûmeteke demkî desthilatê bide Talîbanê.

Talîban doh pirr nêzîk bû ku desthilata Efxanistanê bi temamî bixe destê xwe. Ji bilî Kabîlê, bajarên mezin ên stratejîk hemû ketin destê Talîbanê. Talîbanê jî dest bi ketina nava paytext Qabîlê kir.

Hikûmeta Efxan jî pêşniyazî Talîbanê kir ku bi rêya hikûmeteke demkî desthilatê bide Talîbanê.

Wezîrê karê hundir ê Hikûmeta Kabîlê Ebdul Setar Mirsakwal got, ew ê "bi awayekî aştiyane" desthilatê bidin Talîbanê. Di dewamê de wî got, "Êrişeke li dijî bajêr wê çênebe." Li gorî daxuyaniya wî, hikûmeteke demkî ji bo ku desthilatê bide Talîbanê wê bê avakirin. Li gorî derdorên dîplomatîk Elî Ehmed Celal wê bibe serokê hikûmetê. Ew di navbera 2003 û 2005´an de wezîrê karê hundir ê Efxanistanê bû. Ka Talîbanê ev qebûl kiriye yan na, hîna nediyar e, lê alî hemû wî weke namzetê herî zêde mirov dikare li ser li hev bike, dibînin.

Kabîlî xwe ji Talîbanê re hazir dikin. Li vir wêneyên reklama bûkanîfiroş jê tên birin.

Hêzên hikûmetê li ber xwe nedan

Berdevkê Talîban, Zebîhûllah Mucahîd ragihand ku ew ketine paytexta wilayeta Nangarharê Celalabadê û wan her dever kontrol kiriye. Êvara şemiyê jî bajarê mezin ê çaran Mezar-Şerîf ketibû destê Talîbanê.

Piştî ku hêzên Emerîkî Gulanê dest bi vekişînê kir, Talîbanê ji her alî ve êriş kir.

Talîbanê di nava deh rojan de pirraniya welêt bi dest xist, xwe gihande ber deriyê Kabîlê. Her ku Talîban bi pêş ve çû, bajar bi rehetî ketin. Ti berxwedaniyeke nehate kirin. Pirraniya bajaran li hev kirin teslîmî Talîban bûn.

KABÎL