- Di pêşengehekê de hezar û 500 pirtûkên di warê cuda de, ji bo xwendevanên peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê hatin bexşandin.
Li Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê, Rêxistina Xêrxwaziyê ya Kara pêşengehek ya pirtûkan bi sernavê ‘Bibin hevalê pirtûkan’ vekir.
Di pêşengehê de hezar û 500 pirtûkên di warê siyasî, dîrokî, olî, aborî û hinek mijarên din de ji bo xwendevanan hate bexşandin.
Alîkarê Dekanê Peymangehê Hemin Îbrahîm di derbarê peymangehê de axivî û got: “Ev sê salin ev pêşangeh li peymangeha me tê vekirin. Komek xwendevan destpêkê ji saziyên çandî, nivîskar û kesayetiyan dest bi komkirina pirtûkan dikin û piştre di pêşengehê de ji bo xwendevanên peymangehê tê bexşandin.”
Hêmin Îbrahîm her wiha diyar kir ku armanca vê pêşengehê perwerdekirina ferdên civakê ye ku xwendinê bikin rêûresm û xwendevanan teşwîqî xwendina pirtûkan bikin.
Herî dawî Hêmin Îbrahîm da zanîn ku wê di salên bê de ev rêûresm dewam bike. ROJNEWS/SILÊMANÎ