- Berfîn: Li derveyî welêt pirsgirêka herî mezin asîmîlasiyon e. Çi dibe bila bibe, ez ê li dijî asîmîlasyonê tim û tim bi Kurmancî û Kirmanckî bistrêm.
Du jinên Dêrsimî, bi stranên xwe xwedî li hebûna xwe derdikevin û dibin xwe bixwe. Yek jê Berfîn Işik Oztoprak e. Malbata wê ji ber sedemên siyasî bûye penaber û xwe avêtiye bextê Emerîkayê. Ya dinê jî Zeynep Kiliç e ku bi stranên xwe dibe dengek ji dengên Kirmanckiyê.
Berfîn Işik Oztoprak 23 salî ye û gava çûye Emerîkayê 5 salî bûye. Berfîn li Emerîkayê mezin bûye, û li dijî asîmîlasyonê bi Kurmancî û Kirmanckî stranan dibêje. Îlhama Berfînê dayika wê ya kunservatuwar qedandî û xalê wê ye. Ew bi tembûra xwe her li pey stranîn Kurdî ye. Cara pêşî, gava ew 8 salî bûye tevlî mihrîcaneke navneteweyî bûye û ji hingê ve tevlî konseran û organîzasyonan dibe.
Ew piştî bi salab vegeriya Dêrsimê. Ew ji bo bibîranîneke xwe ya hunerê wê bi bîra wê dixe, dibêje, "Piştî ku em çûn Emerîkayê diya min û Aynûr Dogan bi hev re çûbûn ser dikê. Her wiha ez jî tevî Aynûr Doganê tevli xebatan bûbûm. Di dema xebatan de strana 'Keça Kurda' hînî min kiribû. Ji wê rojê ve eşqa min a ji bo stranên bi zimanê min, bi Kirmanckî, û stranên Elewiyan xurtir bû. Ji bo ji çanda xwe, ji zimanê xwe yê zikmakî dûr nekevim diviyabû min ev bikira. Çimkî li derveyî welêt pirsgirêka herî mezin asîmîlasyon e. Çi dibe bila bibe, ez ê li dijî asîmîlasyonê tim û tim bi Kurmancî û Kirmanckî bistrêm."
Li ber çemî stranên Kurdî
Berfîn, 11 salî cara ewil ji Emerîkayê vedigere Dêrsimê û wiha behsa hisên xwe dike: "Gava em hatin Dêrsimê karê min ê ewil ew bû ku biçim ber Munzurê û li ber dengê avê bistrêm. Her ku ew êş û komkujî tên bîra min, stranên min jî li gorî wê hestê şikil digirin. Loma ez li gundan digerim û guh didim çîrokên mirovan, guh li pîran digirim. Li zêmarên wan guhdarî dikim. Diçim Amedê cem dengbêjan. Dixwazim azweriya xwe ya ji bo muzîkê, wêdetir bibim û bidomînim."
Ziman nebe çîrok û jiyan jî tine dibe
Hunermend Zeynep Kiliç jî ji Dêrsimê ye û wê albumeke nû ya stran û kilamên Kirmanckî derxist bi navê ‘Ju Game’.
Zeyneb dibêje, xweşikahiya mirovan bi ziman dertê holê û wiha dewam dike: “Ziman bîra mirovan e, rûyê mirov, jiyan û her tiştê mirovan e. Ziman nebe mirov çawa dijîn. Zimanê dayikê êdî kêm tê axaftin. Ger mirov zimanê xwe fêr nebin her tişt wê tine bibe. Wisa biçe paşeroj, stran, çîrok û jiyana me wê tine bibin.”
Zeyneb îşaret bi asîmîlasyona li dijî ziman û çanda Dêrsimê dike û dibêje, “Li gelek cihan stranên Tirkî lêdixin. Bi Tirkî diaxivin. Divê bi zimanê xwe stranan bibêjin. Min albumek derxist û ez dixwazim stranên xwe bibîhizim. Ne tenê yê min, yên hunermendên din jî. Em bi qîmetê ziman, huner û hunermendên xwe nizanibin, ziman û çanda me wê tine bibin.”
Zeyneb a ku stranên xwe hemûyan bi Kirmanckî dibêje, dixwaze di jiyana rojane de jî li her warî zimanê dayikê bê bikaranîn. Yan na li gorî Zeynebê, ziman tenê wê di stranan de bimîne. DÊRSIM