• Girê Zernakî ku yek ji bajarên pêşî yê modern ê cîhanê ye hew maye ji ber xwedîlêderneketinê û xezînegeran xera bibe. Nivîskar û lêkolîner Ikram Îşler dibêje: ‘’Bajarekî wiha li welatekî dî bûya ji bo ku şanî cîhanê bidin wê pir baş lê miqate bûbana.’’

Gelek bajar û berhemên dîrokî yên li Kurdistanê bûne hedefa kesên li hezîneyan digerin. Yek ji wan jî Girê Zernak ye. Girê Zernakî, paytexta pêşî ya Urartuyan e û li Wanê ye. Bajarê Urartû ku beriya bi 2 hezar û 800 salî ava bûyî û 70 hezar kes lê dijiya îro jî bi heybeta xwe mîrateyeke mirovatiyê ye. Girê Zernakî ku ji hêla Urartûyan ve li ser 270 hektarî ava bûyî weke bajarê pêşî yê modern ê cîhanê tê dîtin.
Bajarê Uratuyan ku li ser Girê Zernakî hatî avakirin bi dehan salan paytextî ji Uraruyan re kiriye, ku ev bajar li ser girekî ku rajorî Erdîşê û Gola Wanê hatiye avakirin.

Zirarek mezin didin

Li gel ku bajarê antîk e jî heta niha Girê Zernakî nekirina di nav qada SÎT'ê de û dihêlin ku xera bibe. Di ser de jî hezînegeran çav berdane vê bajara dîrokî û zirarek mezin didin. Bi hêviya dîtina zêr û tiştên firotanê hingî kolandine hew maye bajar tune bibe.

Emanetî 'tupişk û maran' kirin!

Li ser rewşa bajêr nivîskar û lêkolîner Ikram Îşler peyivî. Ikram Îşler got, ‘’Girê Zernakî bajarekî Urartûyan e û tarîxî ye. Kirine weke zeviyekê û hema maye ji holê rabe. Heke bajarekî wiha li welatekî dî bûya ji bo ku şanî cîhanê bidin wê pir baş lê miqate bûbana. Berhemên dîrokî yên Kurdistanê emanetî 'tupişk û maran' kirine. Hin rebenên ku li zêran digerin û hay jê nînin ku ji bo çend qirûşan çi difiroşin dîrokê tarûmar dikin. Li şûna ku em vî bajarî, ku li cîhanê mînaka pêşî ya izgarayê ye sîqal bikin, nûjen bikin û bala cîhanê bikişînin ser, hin mirov hene ku bi kepçeya şaredariyê kevir li ser kevir nahêlin û li talana wê didin.’’

Zilm e

Îşler got helwesta dewletê li ser vê mijarê 'pir balkêş e'', rayedarên dewletê konên ku ji Asyaya Navîn tînin sîqal dikin lê çavê xwe ji talankirina bajarê Urartû re digirin. Îşler her wiha diyar kir li kû dera cîhanê tiştekî wiha bibe dewlet cezayê mezin dide.
Îşler her wiha got, ''Li welatekî wiha ku ev qas giringî didin konan jî, berhemên Urartûyan, ku berhemên herî mezin ên herêmê hiştine ku xera bibe. Em vê helwestê şermezar dikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku divê demildest dawî li vê zilmê were anîn, li vê zilma li ser berhemên me yên dîrokî.’’

ANF/WAN