NEFEL ÇIYA
Îro me berê xwe da kolanên Şengalê û em bûn mêvanên xeyal û rûkeniya zarokên Şengala berxwedêr. Dema mirov dibêje Şengal, zarokên ku laşê wan ê tî û birçî li ber sotina germ û germistana Tebaxê diheliyan, tê bîra mirovan. Dayîk û xwîşkên wan, ji bo nekevin destê çeteyên hov xwe di zinaran de diavêtin. Îro wê kêfxweşiya ku me li ser rûyê zarokên Şengala berxwedêr dît, hemû êş û hewar bi me dan jibîrkirin. Her rûyek wan ê bi ken xwedî çîrok û serpêhatiyên cihê ne, lewma hêviyeke cuda bi me re çêdikin.
Em îro bûn mêvanê ‘melayketan’. Bedenên wan biçûk in, lê tiştên hatine serê wan, dilê wan bi qasî xwe mezin kirine. Her yek ji wan zaneyê êşa xwe ye, wekî ku êş û serpêhatiyên vî welatî hemû, vê axê li ser rûyê xwe veşartine û ji mirov re dibêje. Li kolanên berxwedana bêhempa mezin, îro dengê kenê zarokên agir û rojê bilind dibe û olan dide. Mizgîniya jiyaneke li ser dîroka berxwedanê ji nûve şîn dibe, dide me.
Rûyên zarokên li ser warê şopên Mam Zekî, Serdeşt û Bêrîvanan mezîn dibin, mîna roniya rojê ji bo paşerojeke azad dibiriqin. Çirûskên jiyaneke azad hemû li ser rûyê wan xwe di dilê mirov de bi cih dikin. Rûyek bi ken e, lê li kêleka wê jî birîn û êşên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji bîrê neçûne, li ber çavên me zîndî dikin. Bi fikir, nêrîn, hestên azad û nûjen li ser şopên berxwedanê berê xwe didin paşerojek zelal, pak û xwerû.
Jiyanek nû li benda wan e.
Geh bi ken, geh şermokî li me dinêrîn. Ew bi rûyê xwe yê bi ken tabloya vê êşê xêz dikin; vê dîroka tijî êş dinivîsînin;
Rûkeniya Şevînê û şermokiya Viyanê; bedewiya kulîlka herî biçûk... Ev her sê keçikên şîrîn xwişkên hev in. Her sê jî ji hev xweşiktir û bedewtir in. Lê dilên wan ê mezin û rûkeniya wan, mirov dibir û di nav wî dilê xwe yê biçûk de bi cih dikir. Êvarê me berê xwe da mala van hersê kulîlkên Çiyayê Şengalê. Dema berêvarkî em çûn mala wan, malbat hemû li ber derî bû. Hersê xwişkên delal kêmek dûrî malê ji xwe re agirêk pê xistibûn û li ser ji xwe re bacanên reş dibiraştin.
Ez çawa ji seyarê pêya bûm, çûm gel wan û bûm mêvanê sohbeta wan a şîrîn. Çawa çûm gel wan, bêyî ku tiştekî bibêjin bi min re bûn heval. Mîna bi salan min nas bikin, dilgerm bûn. Axaftinên wan gelekî xweş bûn.
Sermaya ku li rûyê wan dida, ne xema wan bû. Ji ber ku germahiya rûkeniya rûyê wan, dilê wan germ dikir. Germa dilê wan ji têhna agir zêdetir germ dida dilê me. Demeke kurt em bi hev re man lê gotina wan a dawî ev bû; “Careke din wer e”.
Me xatir ji van hevalên xwe yên biçûk xwest û berê xwe da rêwîtiya xwe. Lê dilê me li gel wan hevalên me yên biçûk ma. Rûkeniya wan mîna ronahiyekê xwe li ser rûyê me belav kir û bû kêfxweşiya dilê me.
Mîna baxçeyê civakê yê ji kulîlkên cûr bi cûr ku her kulîlkek bi reng, ciwaniya xwe xweşikbûneke xwe heye; zarokên welatê min jî ew çend xweşik û bedew in. Bi hêrsa berxwedanê mezin dibin, şopên berxwedanê li ser rûyê wan hene, lewma ruhê wan û rûkeniya wan ew çend bedew û ciwan e. Dikenin lê, li pişt wî kenî jî serpêhatiyeke berxwedanê heye.
Dikenin...
Lê nizanin ji bo ev ken li ser rûyê wan kêm nebe çendîn lehengan rûkeniya xwe bi gorî wan kiriye. Nizanin, çendîn lehengan rûkeniya wan li ser rûyê wan bi xêz kir. Di reşikên çavê wan de darek nû a jiyanê şîn dibe û şaxê xwe hêdî hêdî li çiyayên Şengalê berdide.
Belav dibe havênê berxwedana dîrokî, Derwêşên şerker û Edûleyên kezî dirêj mezin dibin. Dilê wan ji bo evîneke rast û azad lê dide. Di dilê wan de êdî tovên berxwedanê tên çandin û jiyaneke nûjen vedijîne. Erê roj dihat axa me dihat firotin, em li ber lingên hovan dihatin perçiqandin. Lê êdî dem veguherî ser rûyê zarokên Şengalê. Berê wan êdî li rojê ye, ew roja ku her tim li ser çiyayên Şengalê tîrêjên xwe di nav dîroka berxwedanê de digerîne.