Dayê Êdê û Samer bi hesret û bêrîkirina 28 salan cara pêşî qala “lehengê çîrokê” Evdilmelîk Şêxbekir kirin. Hesreta Dayê Êdê ewqas mezin bû bi ti gotinê rave nedibû û hê jî gelekî bi hesret bû. Melik hê jî li ber serê wan e, ewqasî nêzî wan e, hema destê xwe dirêjî wî bikin wê bigihîjinê, ji ber ku di dilê wan de bû… Dayê Êdê kesereke kûr û dirêj kişand…ewqas bêriya berxê xwe dike, hesreta xwe bi gotinekê tîne ziman û dibêje, “êşa wî nadebire, heta ez bimirim û bikevim bin axê.”
Li ser navê her kesê bi ber cazîbeya dengê Evdilmelîk Şêxbekir ketine û bi dengê wî rêya xwe dîtine, dinivîsim û vê weke deynekî li ser xwe qebûl dikim. Û dema ez diqedînim, strana “Kulîlka Azadî” li ser e, û bi dengê Evdilmelîk Şêxbekir ê mîna sura bayekî azadiyê dimeşim…
Evdilmelîk Şêxbekir kî ye ?
Sala 1968an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê tê dinê. Hal û rewşa malbata wan ne xirab bû. Sala 1987an mafê xwendinê yê Zanîngeha Tibê ya Hacettepe bi dest dixe û ji Amedê diçe Enqereyê.
Evdilmelîk Şêxbekir ê bi muzîk, resim û helbestê re mijûl dibe, sala 1988an komeke xwendekaran bi navê Koma Amed çêdike. Piraniya endamên Komê xwendekarên tibê bûn. 1990î derbasî Tiba Çapa ya Stenblê dibe û heman salê Koma Amed albuma xwe ya bi navê “Kulîlka Azadiyê” çêdike. Li dijî zilm û zora li ser Kurdan û çanda wan di warê çandê û zimanê Kurdî de gavê girîng diavêje û di hîmdanîna Navenda Çanda Mezopotamya NÇM a Stenbolê de kedeke wî ya baş heye. Di Îlona 1991ê de beşdarî Tevgera Azadiyê ya Kurd û nava refên gerîla dibe. Di Nîsana 1992an de li Çiyayên Engîzekê şehîd bû.