Heather Jansch ji hunermendên jin ên Ingilîz e ku diwarê peykersaziya bi darên hişk ên ji daristan û peravan berhevkirî de tesîreke wê ya darîçav heye. Ew ji sala 1968ʼan ve weke hunermend çalak e û nexasim jî peykerên wê yên hespan li dinyayê hatin nasîn. Hunermenda 72 salî van peykerên xwe li gorî mezinahiya rastî ya hespan çêdike.
Wê li Welatê Galiyan ji xwe re gundikek kirî û pêşî dest pê kir ku resmên hespan xêz bike. Piştre ew çû başûrê Devonê û ji sala 1986´an û pê ve li galeriya Courcoux and Courcouxê peykerên xwe nîşandan. Wê galeriya li Salisbury berhemên wê birin Londonê û li fuara hunerê modern a Londonê (London Contemporary Art Fair) dan nasîn. Piştî hingê berhemên wê û hunerê wê bi rexneyên gelekî erênî cihê xwe di nava cîhana huner a Ingilistanê û ya navneteweyî de girtin.
Peykerên wê yên ji darên hişk bihevvekirî û verotî, sala 1999´an li Katedrala Salisburyê di nav pêşangeha Shape of the Century (Şiklê Sedsalê ). Ev pêşangeh paşê birin Canary Wharf a li Londonê weke beşek ji pîrozbahiyên hji hezarsalê. Hingê hespên wê bala Tim Smit yanî damezrênerê KBE´yî kişandin ser xwe. Ew bû beşek ji Projeya Baxçeyê Edenê û hespên wê li wir bûn berhemên herî zêde xelk diecibîne, û ji hingê ve ji wan re Hespên Eden tê gotin. Sala 2008ʼan wê baxçeyekî peykeran çêkir.

LONDON