Heso Kûpo

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Tîrmeh 2026 - 15:00

  • Rojekê Heso û çend hevalên wî çûne malekê, ji bo mêvantîyê. Hatine ber derî hinekî rawestiyan, piştre jî li derî xistin û hêvî kirin. Navmalî an jî kevanî derî vekir û mêze kir. Lê, çi bibîne, di pêşîya xwe de zilamên bîyanî hene.

 

Ev zilamên biyanî yan jî Heso ligel hevalên wî ji wê jinê re gotin, ‘Em gelekî westîyane em dixwazin mêvanê we bin, hinekî vewestîn û bêhna xwe hildin û piştî vê yekê vegerin biçin.’ 

Maljinê jî got, ‘Belê çi dibe, xêra Xwedê kerem kin hundîr’. Jinik tenê di malê de bû û ji bo mêvanhezkirinê ev zilaman di mala xwe de pejirand û qebûl kir. 

Lê paşê navmalî ji mêvanê xwe re di hundîrê tasê de hinek hingiv anî. Lê piştre çû menzelê xwarinê. Lê mêvanan jî, ev hingiv bi noşî xwarin û piştre jî dawî kirin. Geleki çêjdar bû. Ji bo wî dilê wan dîsa xwest. Lê belê şerm û fedî dikin nikarin dîsa bixwazin. Belê di nav mêvanan de, zilamekî ji Heso re got, ‘Kuro welleh hingivê me bi dawî bû, lê em hinekî din jî bixwazin?’. Heso jî got;  ‘Law qe dibe wisa, ji me re ewqas hingiv daye û diyarî kiriye  ‘bes e, têra me heye, şerm e lo!’ Hevalên Heso jî, gotînê xwe heter kirin û lê Heso xapandin.

Heso jî, dizîka çû cem kûpê, ji bo hinek hildana hingivê mozê. Û paşê rûnîşt ber kûpê hingiv. Der dorê xwe mêze kir û nêrî li piştre, kincê

milê xwe bada û milê xwe dirêj kir û xist hundîrê kûp. Lê têxistina destê wî hinekî dijwar bû lê dîsa destê wî gihişt hingîvê. Heso hinek

çendek hingiv girt û xwest destê xwe derxe û çi bibîne destê wî dernakeve. Lê dîsa xebitî û destê wî dîsa derneket. Çi kir û nekir destê Heso nehat. Lê ji bo hewarê bi dizî ve gazî hevalên xwe kir. Got; ‘Werin piştvanîya min bin, lê destê min ji hundirê kûpê dernakeve.’  Hevalên wî ji bo alikariyê hatin. Lê belê alîkarîya hevalên xwe jî dît ev jî vala derket. Belê dest derneket. 

Di wê demê de navmalî jî derket hat. Heso jî, kûpê di pişt xwe de veşart. Lê rûyê Heso sorik û xwîdanî bû. Poşmantîya wî jî, di rûyê wî de dixuya. Navmalî tîştekek şik kir û guman kir û bixwe ve got; ‘Bawer bike di paş pişta vî zilamî (Heso) de tiştek heye.’  Gava hat çi bibîne?  ‘Destê Heso di hundirê kûpê de ye.’  Heso gelek şerm kir û sor bû lê piştî vê yekê, xemgînîya wî kifş bû. Lêborîna xwe xwest. Û go; ‘Mixabin min zehf tîştekî şermî kiriye. Welleh em pir birçi bûn û lewma ev hingiv têra me nehat, me jî şerm kir dîsa ji te hingiv nexwastin û ketine vê rewşê.’  Li paşê Heso gotina  xwe dom kir û got; ‘Xwedê jî nepejirand û wisa xwest ez bikevime vê rewşê.’ Navmalî jî, tîştek negot û piştre kûp şikand, destê Heso derxist. Û Heso got; ‘Ez benîya te me xwişkê,’ û paşê dîsa got, ‘Dizanim, min karekî gelekî nebaş û kambaxî kiriye. Lê ez gelekî xemgîn im, tika dikim min bibore kevanî.’  Navmalî jî got; ‘Lêborînate baş e, lê çi hat ser hingivê mim û ser kûpê min hat.’

Heso dîsa got; ‘Lê kevanî ji boy Xwedê kesî re nebêje, ez gorî, gelê gundê me min re zehf dikenin, ez xax dibim û hetikînê bibim.’ Paşê zivîrî ji hevalên xwe re jî wekî wisa got. Maljin û hevalên wî jî, gotin; ‘Na, belê nabêjin ji kesî re.’ Sibeh bû Heso çi bibîne, herkes ji wî re dibêje; ‘Heso Kupo’ tu çawayî?

‘Hingiv çawa ye,’ xweş e?

Belê piştî vê bûyerê navê Heso, "Heso Kûpo" maye. Belê Heso Kûpo jiyana xwe ji zûde ye ji dest daye. Lê niha jî di gundê Qopê û Soktîlîyê de

nevîyên wî hene. Navê wan jî, nevîyê "Heso Kûpo" maye.   

JÊDERK: ZIMANÊ KURDÎ

GULBIJÊRK JI ÇÎROKÊN GELÊRÎ

AMADEKAR: METÎN KEWÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.