• Ew her çiqas bibêjin, me bajarek nû afirand û berhemên dîrokî rizgar kirin jî bawer nakim kes ji vê derewa wan bawer bike. Wan li wê beriyê tenê bajarekî ji betonê ava kiriye û warekî “sar” ku qet meriv lê germ nabe li hemberî me ye.

ARDÎN DÎREN

 

Li gorî hin nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de li Heskîfê xebatên restorasyonê bi dawî bûne û bajar bi xemleke nû niha “hazir e ji bo dîtinê!” Meriv dema çav bi “Heskîfa nû” dikeve, ya ku niha ew dibêjin, “hazir e”, dilê meriv dişewite bi rastî jî. Bi restorasyona çend avahiyên dîrokî, xelkê dixapînin û pesnê bajarê ku nû lêkirine, didin. Bi vî awayî jî dixwazin rastiyê bidin jibîrkirin û xelk hovîtiya wan zû ji bîr bike. Lê dîmenê li ber çavan bi her awayî hovîtiya wan nîşan dide û restorasyona wan a derewkar derdixe holê. Ew her çiqasî bibêjin, me bajarekî nû afirand û berhemên dîrokî rizgar kirin jî bawer nakim ku kes ji vê derewa wan bawer bike. Wan li wê beriyê tenê bajarekî ji betonê ava kiriye û warekî “sar” ku qet meriv lê germ nabe li hemberî me ye. 

Her kesê ku carekê çûbe Heskîfê, pirr baş dizane, piştî Bendava Ilisuyê -nêzî gundê Germavê yê Hezexê- gelek cih û warên dîrokî yên kevnar di bin avê de man. Dewlet her çiqasî bibêje, me gelek ji wan avahiyên dîrokî ji ber bendavê xelas kirin û bi restorsyoneke baş ew li “Heskîfa nû” bi cih kirin jî ev dereweke mezin e! Tiştên ku ji ber bendavê xelas kirin, tenê ji çend avahiyan pêk dihat, wekî din ji sedî 90’ê avahiyan hemû man di bin avê de. Em avahiyên dîrokî deynin hêlekê, gelek kesên ku li wir bi salan diman, mecbûr man ku warên xwe biterikînin. Hin ji wan kesan bûn koçber û warên xwe terikandinn. Hin ji wan kesan jî li “Heskîfa nû” hatin bicihkirin. Ji xwe “Heskîfa nû” jî li erdekî rût ê bê dar û ber hatibû lêkirin û pêjna jiyanê bi ti awayî li wir tine bû! Ev çend sal in ku “Heskîfa nû” lê kirine, lê hîna jî dema meriv li tax û avahiyên wê dinihêre, meriv dibêje qey “konê şînê” ne, ewqasî ku bêdeng e! Weke ku ruhê bajar tine be û meriv xwe lê xerîb hîs dikin.

 

Halê bajarê nû jî ne ti hal e!

Qeymeqamê dewleta Tirk ê Heskîfê Şenol Ozturk derbarê restorasyona bi dawî bûyî de agahiyan dide û dibêje, bi awayekî serketî restorasyon bi dawî bûye. Paşê jî behsa şaristaniya Heskîfê dike û dibêje, şopa hezarê salan li vir vaşartiye. Lê ew hay jê tineye ku wan bi çavsorî û bêbextî şaristanî di bin avê de xeniqandiye û şopa hezarê salan ji holê rakiriye! A rast ew jî baş hay jê heye, lê niha peywîra ku dewleta wî daye wî, pêk tîne û pesnê restorasyon û bajarê xwe yê nû dide. Lê halê bajarê nû jî ne ti hal e! Jixwe, restorasyona ku behsê dike jî ti elaqeya wê bi ya berê re tine ye û bi her awayî estetîka avahiyan xera kirine. Jixwe, ne mumkin e ku avahiyeke dîrokî ji cihê xwe yê esehî rabe û li devereke din were bicihkirin. Heger were bicihkirin jî dê auraya xwe hji dest bide û ew hîsa berê çêneke bi xelkê re. Ji lewma, restorasyon jî û întegrasyon jî pûç in, piştî ku kevirê avahiyeke ji cihê xwe hate leqandin!

 

Mala minê projeyeke resen!

Qeymeqamê dewleta Tirk ê Heskîfê di dewamê de behsa “projeyeke resen” dike û vê yekê weke mizgînî bi nav dike. Dibêje, em hawirdora “Heskîfa nû” û berhemên dîrokî yên ku qaşo ew xelas kirine, li ber avê ji nû ve saz dikin û em ê bikin ku gelek kes werin serdana Heskîfê. Qeymeqamê dewleta Tirk wiha dewam dike: “Dîrokeke pirr qedîm heye li Heskîfê. Ji bo em turîzmê li vir geştir bikin, projeyeke me ya resen heye. Em ê Newala Şahap di çorçoveya restorasyonê de ji nû ve hazir bikin. Bi vî awayî em ê nîşan bidin ku Heskîfa kevn jî hîna heye. Her roj hejmara turîstên ku tên serdana Heskîfê zêdetir dibe. Heskîf qederê 9 mehan guncav e ji bo turîzmê. Di demên pêş de heger hûn derziyekê bavêjin, ew ê nekeve erdê. Dema ev proje bi dawî bibe, hûn ê bibînin ku întegrasyon wê baştir pêk were.” 

Derzî dikeve erdê nakeve erdê ez nizanim. Dê çiqas tursîst herin Heskîfê, ez vê yeke jî nikarim texmîn bikim bi rastî. Lê tişta dizanim û dibînim ew e ku dewlet bi her awayî zorê dide da ku ev “projeyên resen” bi ser bikevin. Bi hemû saziyên xwe, vê yekê dike. Û dema dewletê got, “projeyeke min a resen heye” divê em bi fikar nêzîk bibin. Em civaka Kurd, divê vê talanê ji bîr nekin û bi restorasyon û întegrasyona dewletê nexapin û nebin parçeyekî projeyên wan ên “resen”. Her wiha divê em talana dewletê ya li ser erdnîgariya Kurdistanê jî ti carî ji bîr nekin.