- Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku îsal a 5’an li Qamişlo hate lidarxistin, bi dawî bû.
Pêşangeha Pirtûkan a 5’an a Şehîd Herekol ku 29’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Pêşangeha ku pirtûkên ji Bakurê Kurdistanê bigire heta, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Iraq, Libnan, Îtalya, Başûrê Kurdistan bi giştî 44 weşanxane, berhemên 7 rewşenbîrên ji Rojava 130 hezar pirtûk hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh 8 rojan dewam kir.
Dayika Şehîd Herekol tevlî bû
Merasîma dawî li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Mehemed Şêxo hate kirin, ji rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye bigire, gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, xwendekar û gel tevlî bûn.
Dayika Şehîd Herekol (Huseyîn Çawîş) a tevlî merasîmê bûbû, axivî û got: “Hûn nivîskar, rewşenbîr, hunermend û bi taybet xwendekar, her yek ji we Herekol e, di nava xwendekaran de dibe ji Herekol baştir jî derkevin.”
130 hezar pirtûk
Li pêşangehê ji zimanên Fransî, Ingilîzî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayên Kurmancî-Soranî 130 hezar pirtûk hatin nîşandan.
Li vê pêşangehê xebatên nû jî hatin kirin. Berhema Mûrray Baookchîn a ‘Ekolojiya Azadî û bajarê bê bajarvanî’ ji aliyê xebata hevpar a weşanxaneya Şier û Haqş ve bi Erebî hate wergerkirin û pêşkêşkirin. Bû yek ji pirtûka ku herî zêde eleqe ji bo wê hate nîşandan.
Dîsa pirtûkên Pîerre-Joseph, Proûdhon, Pyotr Kropotkîn ên bi Erebî hatin wergerandin, cihê xwe di fûarê de girtin.
70 jinên nivîskar
Li pêşangehê di çarçoveya wêje, huner, siyasetê de rewşenbîr, nivîskaran 10 semîner û 7 sempozyon dan. Her wiha belgefîlmek li ser Serêkaniyê û wêne hatin nîşandan.
Weşanxaneyên tevlî pêşangehê bûne, di nava salê de 200 pirtûkên 70 jê jin 130 mêr çap kirin. Bi vê yekê re cara yekê ye ku pirtûkên 70 jinên nivîskar hatin pîşandan. Sala borî pirtûkên 47 jinan hatin nîşandan.
Pirtûkên Kurdî bêtir bûn
Li aliyê din li Bakur û Rojhilatê Sûriye di nava salê de 200 pirtûk hatin çapkirin.
Îsal ji pirtûkên hatin çapkirin 70 Erebî, 130 Kurdî bûn. Li gorî salên bihurî pirtûkên Kurdî bêtir hatin çapkirin û nîşandan.
Di dawiya fûarê de spasiya hemû kesên keda wan di fûarê de hene hate kirin, xelat li weşanxaneyan hate belavkirin. Her wiha xelat ji berpirsê beşa zarokan Rona Agît jî hate dayîn.
Şehîd Herekol
Hisên Çawîş (Şehîd Herekol) di 20`ê Tîrmeha 2016`an de dema li ser erka xwe bû li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê şehîd bû. Şehîd Herekol hewl dida çanda Kurdî pêş bixe û xwendina pirtûkan li herêmê teşwîq bike.
QAMIŞLO