Her kesek û darek

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Îlon 2020 - 22:27

Germbûna global dinyaye me dixe tehlûkeyê. Ji bo vê kêm be jî hinek xêrxwazên tevdîran difikirin hene. Li Franseyê di vî warî de raporek hatiye amadekirin. Tê de, pêniyaz heye dibêje, her kesek divê bi kêmanî darekê biçîne û wê ev jî têra 30 salan bike.
Ji partiya Meşa Komarê (LREM) a li desthilatdariyê, parlamenter Anne-Laûre Cattelot raporek amade kir û destnîşan kir, ku bi foneke berfireh a ji 8.8 milyarî divê ew li welêt giraniyê bidin ser çandina daran. Ji ber ku qadên daristanî yên nûkirî bi tena serê xwe têrê nakin û lewma her sal herî kêm divê 70 milyon dar bên çandin. Ev yek jî ji bo Franseya ku nifûsa xwe 67 milyon e, tê wê wateyê ku divê her şexsek herî kêm darekê biçîne.
Li Franseyê hefteya derbasbûyî plana pêşveçûnê ya aborî hatibû eşkerekirin û di qonaxa destpêkê de ji bo çandina daran 150 milyon Euro hatibû veqetandin. 17 milyon hektar qada Fransayê ji daristanan pêk tê.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.