Navenda Civaka Kurd a li Frankfurtê (NCK-Ffm) da zanîn ku ew ê yekşemê di taştê de alîkairyê berhev bikin ji bo mexdûrên erdhejê. NCK-Ffm da zanîn ku ew ê alîkairyên berhevkirinê hemûyan ji Heyva Sor a Kurdistanê re bişînin da ku tavilê bigihînin cihên felaketê.
Taştê wê yekşema bê (12.02.2023) li Navenda Çandê ya Elewî ua li Hochtaunusê (Alevitisches Kulturzentrum Hochtaunus) be. Kesên dixwazin li wir alîkariyên xwe bidin, dikarin herin navenda komeleyê ya li navnîşana li jêr:
Hochtaunus AKM
In den Schwarzwiesen 18,
61440 Oberursel
FRANKFURT