Ne tenê çalakiyên hunermendên Kurdan, her wiha çalakiyên hunermendên ku ne nêzî desthilatdariyê ne, ji hêla qeymeqam û waliyan ve tên qedexekirin. Herî zêde jî konserên hunermendên di bin sîwana Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) de dixebitin tên qedexekirin. Çalakiya sala 30’emîn a ku MKM’ê dixwest di 6’ê Cotmeha 2021’an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê li dar bixe, ji hêla Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hate qedexekirin. MKM’ê têkildarî biryara qedexeyê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin û dadgehê jî MKM mafdar dît û biryara qeymeqamtiyê betal kir. Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok anî ziman ku ev biryar ji bo li tevahiya Tirkiyeyê bibe biryareke mînak, girîng e û got ku hewceye ne tenê Kurd, tevahiya civakê piştgiriyê bide vê têkoşînê.
Dozeke mînak e
Ok bi bîr dixe ku MKM mezintirîn saziya hunerê ya Kurdan e û got: “Ji bo hevdîtina sala 30’emîn ji her devera cîhanê gelek hunermedên Kurd hatin Stenbolê. Qeymeqamtiya Kadikoyê ev hevdîtin bi îdiaya ‘dibe ku tundî û propaganda be’ qedexe kir. Di heman demê de parvekirina HDP’ê weke hinceta qedexekirinê nîşan da. Me jî di vê mijarê de biryara dozê da; di salên dawî de zextên li ser muzîka Kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Li Stenbolê hema hema qet nahêlin konseran li dar bixin. Konserên Mem Ararat û MKM’ê hatin qedexekirin. Di esasê xwe de me biryar da ku ev doz bibe dozeke mînak. Ji ber ku heta niha tu doz nehatine vekirin. Me ev doz weke dozeke mînak fikirî û me serî li Qeymeqamtiya Kadikoyê da. Me jê xwest ku biryara xwe betal bikin. Wan red kir û me jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê da û me got ku biryara qeymeqamtiyê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê û mafê binpêkirina hunerê ye.”
Dadgehê biryara qedexekirinê betal kir
Bi domdarî Ok anî ziman ku biryara hatiye dayîn tenê muzîk û hunera Kurdî eleqedar nake û wiha pê de çû: “Ev biryar tevahiya hunermendên li welêt eleqedar dike. Dadgehê ji bo betalkirina biryarê du sedem nîşan da. Dadgehê got ku Qeymeqamtiya Kadikoyê ji bo îdiaya tundiyê tu daneyên şênber pêşkeş nekiriye. Tenê istîxbarata polîsan heye. Ji bilî wê tu dane pêşkeş nekiriye. Ya duyemîn jî azadiya xweîfadekirinê ye. Dadgehê biryar da ku huner mafê hemû beşên civakê ye, her kes bêyî ku destûrê bixwaze dikare were ba hev, dikare bicive, dema qeymeqamtî û walîtî biryarên qedexeyan didin hewceye li gorî mafê azadiya xweîfadekirinê û Destûra Bingehîn tevbigerin, tu konser bi awayekî keyfî nayên astengkirin.”
Kurd pêşiya muzîkê vekirin
Ok, axaftina xwe wiha qedand: “Biryareke mînak a girîng e. Banga min ew e ku ji bo hemû konserên hatine qedexekirin doz werin vekirin. Heke Dadgeha Îdareyê ev biryar nedabûya dê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûya. Heke ji wir jî encamek derneketa dê me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûya. Em dikarin bibêjin ku hunermendên Kurd pêşiya muzîkê vekirin. Dê qeymeqamtî li gorî biryarê tevnegere. Mîna bûyera Dayikên Şemiyê. Tevî biryara AYM’ê jî tên astengkirin. Lê demek şûnde dê neçar bimînin li gorî wan biryaran tevbigerin. Li Tirkiyeyê zext ji ewil li ser kurdan tên destpêkirin. Piştre li Tirkiyeyê belav dibin. Zext û qedexe ji ewil li ser muzîka Kurdî hatin destpêkirin. Raya giştî ya rojavayê Tirkiyeyê guh neda van zextan. Lê ev qedexe niha li her devera Tirkiyeyê hene. Divê hunermend piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûq û demokrasiyê. Nexwe ev qedexe ranabin. Divê ne tenê Kurd lê tevahiya civaka Tirkiyeyê piştgiriyê bide vê têkoşînê.”
MA/STENBOL