- Di 34emîn salvegera NÇM’ê de Hevserokê Komeleya Çandê ya Dîcleyê Celal Ekîn diyar kir ku desthilat naxwazin çandeke demokratîk, hemdem, wekhev, azadîxwez, kolektîf pêşbikeve û got: “Ruhê azadiyê li Rojava xurt e. Ji ber vê jî êrîşî çand, ziman û jinê dikin. Dixwazin çanda populîst û modernîteya kapîtalîst pêş bikeve.”
ONDER AKBULUT / AW / AMED
Gelê kurd xwedî çand û dîrokeke qedîm a bi hezaran salan e. Gelê kurd yek ji gelan e ku li Mezopotamyayê di afirandina çanda neolîtîkê de roleke bingehîn girtiye ser milê xwe. Di çandinî, wêje, şano, govend, wêne û hwd. de bi hezaran berhem afirandiye. Ev gelê ku xwedî çandeke resen û qedîm, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê di warê nasname, çand û ziman de rastî êrîşên pir berfireh hatiye. Ev sed sal in ji bo ku çand û zimanê gelê kurd bê bişaftin û qirkirin cûr bi cûr êrîş tên meşandin. Gelê kurd li hember van êrîşan bê guman her tim li ber xwe daye û hewldaye ku çanda xwe biparêze. Bi taybet piştî salên 1980’yî dema têkoşîna gelê kurd pêşket, bingeh û derfetên xebatên çandî û hunerî jî pêşketin. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî di encama vê têkoşîne de di 27ê Îlona 1991ê de bi pêşengiya komek rewşenbîr û hunermendên kurd ên wek Musa Anter, Îbrahim Gurbuz, Feqî Huseyîn Sagniç, Fîlîz Oguz, Elî Temel ve li Stenbolê Beyogluyê, taxa Tarlabaşiyê hat avakirin. Mirov dikare bibêje ku NÇM ji wê rojê heta îro ji bo gelê kurd bûye dibistaneke çand û hunerê.
Di salên 90’î de bi milyonan kurd neçar mabûn koçî Stenbolê bikin. NÇM’ê bi hezaran zarokên kurd li ser ensturmanên muzîkê, bi dersên wêje, dîrok, sosyolojî, felsefeyê û gelek mijarên din de bi zimanê dayikê perwerde kir. Rê neda ku ew di bin polîtîkayên bişaftinê de ji çand, ziman û hişmendiya netewewî dûr bikevin û ji xwe biyanî bibin. Zanyarê kurd Apê Mûsa anku Mûsa Anter, Fewzî Bîlge, Cemşîd Bender, Abdurehman Dure, Îsmaîl Beşîkçî û bi dehan kedkarên din di kar û xebatên NÇM’ê, di perwerdekirina zarok û ciwanên kurd de kedeke giranbuha dan. NÇM di heman demê de kovareke wejeyî, dîrokî û çandî ya bi navê Rewşen jî derdixe. Di kar û barên derxistina kovarê de Îbrahîm Genç û siyasetmedar Edîbe Şahîn roleke sereke pêk tînin. NÇM bi avakirina komên muzîkê yên wek Koma Çiya, Koma Gulên Mezrabotan gelê kurd di warê hest û ruhî de xwedî kir. Têkildarî 34’emîn salvegera avakirina NÇM’ê Hevserokê Komeleya Çandê ya Dîcleyê Celal Ekîn û xebatkara Ma Muzîkê Evîn Tîryakî axivîn û rola NÇM’ê ya di pêşketina çand û hunera Kurdî de anîn ziman.
‘Xelkê bi dizî li kasedan guhdar dikir’
Celal Ekîn da zanîn ku di salên 90’î de êrişên pir zor û zehmet li ser gelê kurd hebûn û li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê kesî nikaribû kasedên kurdî bi awayekî serbest guhdar bikira û got: “Xelkê bi dizî li kasedên Kurdî guhdar dikir. Di wan salan de gelek berhemên muzîka kurdî dihatin afirandin, taybetî jî berhemên ku mijara wan jiyana hunermendên şoreşger bûn di nav gel de eleqeyeke zêde didîtin û gel li wan xwedî derdiket.”
‘Xwedîlêderketin hêz û moral ava kir’
Celal Ekîn diyar kir ku heya salên 90’î jî sazî û pergaleke ku di warê muzîkê de gel perwerde bike tunebû û wiha axivî: “Komek rewşenbîr û hunermendên kurd li Stenbolê di sala 1991’ê de biryar dan ku navendeka çandê avabikin û piştî nîqaş û amedekariyan bi navê Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn navendek hat avakirin. Kelecan û xwedîlêderketina gel hêz û moral da hunermendan dest bi xebatên xwe kirin. Lê di warê akademîk û zanistî de mîraseke ku mirov ji xwe re mînak bigire û li ser wê perwerdeya ziman, wêne û muzîkê bide tunebû. Ji ber wê jî zor û zehmetî pir bûn. Mesela cara ewil dilovan Mamoste Feqî Huseyîn Sagniç dersên ziman dan. Wê demê hîna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî tunebû. Dema Navenda Çanda Mezopotamyayê hate avakirin destpêkê beşên muzîk, şano, govend, dîrok, wêje û ziman hebûn. Pişt re me dît ku hemû di nav hev de nabin, ji bo ku xebat bi awayekî bêtir rêkûpêk bên meşandin biryara avakirina Enstîtuya Kurdî hat dayîn.”
‘Stranên komên NÇM’ê nehatin jibîrkirin’
Celal Ekîn da zanîn ku pişt re di nav demê de Koma Çiya, Koma Mezra Botan hatin avakirin û got: “Koma Gulên Mezrabotan koma zarokan bû, stranên wan hê niha jî di nav zarokên kurd de tên guhdarkirin, li ser zimanên zarokan in. Dîsa kesên ku bi şano, govendê re eleqedar dibûn bi serê xwe hatin di bin banê NÇM’ê de bi awayekî profesyonel karên xwe pêş xistin. Gel jî ev xebat bi kelecaneke mezin, bi ruhekî şoreşgerî pêşwazî kir. Dû re wek şaxên NÇM’ê saziyên çandê li Amed, Edene, Îzmir û li Hewlêrê hatin vekirin. Lê wê demê derfetên me zêde tunebûn. Amûrên teknîkî zêde di destê me de tunebûn, derfetên aboriyê pir kêm bûn. Van saziyan di pêşketina çand û hunerê de, di pêşketina zimanê kurdî de roleke pir girîng lîstin.”
‘Desthilatdar çanda popûlîst pêş dixin’
Celal Ekîn destnîşan kir ku dagirker çandeke ku li ser kokên xwe yên qedîm civakbûnê xurt bike naxwazin û wiha lê zede kir: “Desthilat naxwazin çandeke demokratîk, hemdem, wekhev, azadîxwez, kolektîv; jin, mêr, zarokan ji hev veneqetîne pêşbikeve. Niha li Rojava gelek tiştên nû tên afirandin. Ji ber ku ruhê azadiyê li wir xurt e. Bi wî ruhî diafirînin, pêşdikevin. Ji ber vê jî êrîşî çand, muzîk, ziman û jinên dikin. Dixwazin çandeke populîst, çanda modernîteya kapîtalîst pêşbikeve.”
‘NÇM gaveke girîng û bi nirx bû’
Xebatkara Ma Muzîkê Evîn Tiryakî jî têkildarî avakirina NÇM’ê da zanîn ku salên 90’î ji bo gelê kurd salên pir zor û zehmet bûn û êrîşên dewletê yên hovane li ser gelê kurd pir zêde bûn û got: “Di encama van êrîşan de bi milyonan kesan koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Di van salan de avakirina NÇM’ê gaveke girîng bû. Wê demê hişmendiyeke ku gelê kurd qebûl nedikir, çand û zimanê gelê kurd biçûk didît pir xurt bû. Nêzîkatiyeke weke ku di cihanê de kurd tunene hebû. Ji ber wê jî êrîşên pir hovane dihatin kirin. Dîsa her tim li ber derê avahiya NÇM’ê polis hebûn. Xebatkarên NÇM’ê, kesên ku dixwastin biçin NÇM’ê dihatin astengkirin û binçavkirin. Di roja me de jî zext û êrîş li ser çand û hunera gelê kurd hene. Lê êrîşên wan salan xedartir bûn. Ji ber wê jî di wan şert û mercan de avakirina NÇM’ê gaveke pir bi nirx e.”
‘Em berdewamiya NÇM’ê ne’
Evîn Tîryakî bi bîr xist ku dema dagirker dixwazin neteweyekê tune bikin destpêkê êrîşî çanda û zimanê wê neteweyê dikin û wiha pê de çû: “Li ser çanda gelê kurd polîtîkayên asimilasyonê yên pir tund hene. NÇM’ê di pêvajoyeke vî awayî de li dijî van polîtîkayan xebatên ziman, şano, govend û muzîkên meşandin. Heke îro em dikarin xebatên çand û hunerê bimeşînin di vê de rola NÇM’ê pir zêde ye, em dikarin bibêjin em berdewamiya NÇM’ê ne. Bandora NÇM’ê li ser civakê, li ser zarok û ciwanan pir çêbû. Ez dikarim bibêjim ez bi xwe jî bi stranên Elî Temel, Evdilmelîk Şêx Bekir, Koma Çiya, Koma Mezra Botan mezin bûm. Ji bo wê jî NÇM ji bo me nirxekî girîng e.”