Hemedê Dûman wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Tebax 2020 - 23:00

Hunermend û kemanjenê navdar ê Kobanî Mehemed Xelîl Xazî yê bi navê Mihemed Dûman yan jî Hemedê Dûman naskirî ye, doh li Enqerê koça dawiyê kir.
Zarokên Mihemed Dûman piştrast kir ku bavê wan di 91 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Enqerê wefat kiriye.
Kemanjen Mihemed Dûman bi dengbêjên navdar ên Rojavayê Kurdistanê wek Baqî Xido û Cemîl Horo û yên din re li kemanê dida. Herwiha bi dehan berhemên wî yên tomarkirî hene.
Mihemed Xelîl Xazî sala 2014´an di dema êrişa çekdarên DAIŞ´ê de, ji Kobanî penaberî Tirkiyê bûbû û li bajarê Qonyayê dima.  
Mihemed Xelîl Xazî sala 1929´an li Sêwrega Rihaya ji dayîk bûye, lê malbata wî bi eslê xwe ji Pirdêya Başûrê Kurdistanê ye.
Ji bilî stranên gelêrî ku wî parastin û dewam kirin, wî bi xwe jî gelek stran çêkirine.
Par li ser jiyana wî hunermend û lêkolerê muzîkê Memo Seyda, belgefîlmek bi navê "Dûman, Refek Kevok, Dîrok û Bîrok" çêkir. Ev belgefilm teza Memo Seyda bidawîkirina mastirê li beşê Muzîkolojiyê yê Zanîngeha Stenbolê ya Teknîkê bû. Belgefilm 48 deqîqeyan dirêj bû. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.