Helwêst û rewakirina zilma dewleta Elman

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 29 Gulan 2022 - 22:12

  • Dewleta Elman sala 1994’an, şeva ku 29'ê Hezîranê wê biqulibiya 30'ê Hezîranê li bajarê Hannoverê ciwanê Kurd ê ji Çewlîkê, Halim denerê 16 salî şehîd kir.

Dewleta Elman sala 1994’an, şeva ku 29'ê Hezîranê wê biqulibiya 30'ê Hezîranê li bajarê Hannoverê ciwanê Kurd ê ji Çewlîkê, Halim denerê 16 salî şehîd kir. Ti sûcê Halîm Dener nebû, wî tenê afîşek ji bo rûreşkirina qedexekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Elmanyayê bi dîwarên bajêr ve dikir. Dadgeriya Elman, polêsê qatil parast, wî “bi bêdîqetî” Halîmê 16 salî şehîd kiribû. Dewleta Elman jî bi dîqet ew polês xelat kir, li Frankfurtê wezîfedar kir û li wir şefa wî ya polês Sabine Thurau qaşo ji bo wî biparêze, zilm li Kurdan kir. Bi ser malên 4 Kurdên li Giessenê de da girtin û ew tohmetbar kirin ku ew dixwazin qatilê Halim Dener bikujin. Ew şef kete nava skandalan. Yek ji skandalan parastina Dondu Yazgan bû, ew li Wiesbadenê komîsera polêsê întegrasyonê bû, perwerdeyên hevpar bi polêsên Tirk re organîze kirine û zeneke mezin li ser hebû ku ji bo MÎT'a Tirk kar dike. Dewleta Elman qatilê xwe parastibû, bi rêya şefa polêsên Hessenê Sabine Thurau jî sedemên nû çêkiribûn ji bo zilmê li Kurdan bike. Dewletê navê qatilê xwe jî guhertiubû û ew li Frankfurtê wezîfedar kiribû. Klaus T. bûbû Klaus B. û perê dewleta xwe xwaribûn, hem jî li Brezîlyayê. Şefa wî jî lê xwedî derketibû û ser diziya wî girtibû. ev mesele 2007'an diqewime, û 2013'an bi nûçeyeke Frankfurter Rundschau eşkere bûbû.

Heman dewleta qatil, belesebeb - em bibêjin daliqandina ala ERNK'ê (ya PKK'ê ya îro) sedemeke kuştina mirovan e ji bo dewleta Elman - jî Kurd qetil kirin. Nimûneya herî zêde min şexsî diêşîne ya Amed Ehmed (Amad Ahmad) e. Eşkere ji ber nijadperestiyê, bi neheqî ew hatibû girtin, û bi dek û dolaban di hepsê de hatibû hiştin. Gava ku dewleta Elman ew qetil kir, ew hîna 26 salî bû. Polês ew 3'yê Tîrmeha 2018'an girtibû. Piştî bi sê rojan jî sextekarî kiribû di belgeyan de da ku wî weke dizê ji “Malî” di hepsê de bihêle. Amed Ehmed kir û nekir, nekarî ji vê dewleta dijminê Kurdan re bibêje, ew ne ji “Malî”yê ye. Dewleta Elman ji bo dijminatiyê li Kurdan bike, kor bû, nedidît ku Amedê gewr ê ji Efrînê ne ji Maliyê ye. Amed ji ber şewata di hicra wî ya di hepsa Kleve de bi giranî birîndar bû, û 29'ê Îlona 2018'an canê xwe ji dest da. Ji bo neçin bi hewara Amed ve jî her tişt kiribûn. Heta nediyar e ka çawa û kê hicre şewitandiye. 

Lêpirsîna polês, komîsyona li parlamena eyaleta NRW'ê hemûş weke şowekê bi rê ve çûn; polês got sûc nîne, parlamenê jî bi pirraniya CDU'yê got sûc nîne. Ez bi xwe fêm dikim. Kuştina Kurdan li Elmanyayê ne sûc e. Ev siyaseta dewleta Elman bi xwe ye. Ez a dilê xwe ji kesî xef nakim: Dewleta Elman bi qurbana Halîm ê ji Çewlîkê û Amed ê ji Efrînê bibe. 

Dewleta Elman bi awayekî sîstematîk zilmê li Kurdan dike. Lê hin sazî û dezgehên ku xwe weke Kurd dibînin, ji tirsa ku wê projeyên wan betal bibin, tevî ku elaqeya wan bi PKK'ê re nîne jî, bi helwêstên xwe dikin ku mirov bifikire, ew zilma li Kurdan tê kirin heq dibînin. 

Di nava wan de hin saziyên perwerde û miqatebûna li zarokan jî hene. Perwerde û miqatebûna li zarokan li Elmanyayê, bi her halî mecbûrî li gorî mufredata eyaletên dewleta Elman bi rê ve diçe. Yanî PKK bi destê xwe vî karî bike jî mecbûr e li gorî wê mufredatê bike. Lê dîsa jî yan ditirsin, yan jî bi rastî difikirin dewleta Elman heq e.

Ev helwêstên bi vî rengî beriya her tiştî rewakirina zilma sîstematîk a li dijî miletê Kurd e li Elmanyayê. Heger ji bo çend kurtêlên projeyan jî mirov nikaribe dengê xwe li neheqiya li xwe dibe bike, ev jî meseleyeke din a rexneyê ye. Ji bo ku ez nîşan bidim ev helwêst ne bê guneh e, min behsa Halîm û Amed kir. Lê esas bi hezaran mînakên zilma dewleta Elman a li Kurdên Elmanyayê hene. Heger helwêsta Kurdan jî ev be, ew ê bi rehetî zilma xwe dewam bike.     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.