Helbestvan û jinên berxwedêr ên Efxanistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Kanûn 2022 - 04:29

BAHARÎN LEHIB/JÎNHA/KABÎL

 

Serdema Mîr Ebd El-Rihman Xan (1840-1901), ji bo gelê Efxan, nexasim jî ji bo jinan serdemeke tarî bû. Mîr Ebd El-Rihman bi piştgiriya Ingilîstanê derket ser textê desthilatê. Mîr Ebd El-Rihman gelek sûc kirin, di nav de îmzekirin û pejirandina Xeta Durand bi Hindistana Brîtanî re. Êrişî Loristanê kirin. Ji ber ku ew ne Misilman bûn ji warên wan re digotin “Kafiristan”. Jixwe, wan bi êrişên xwe gelên Basanî jî neçar hiştin ku bibin Misilman. Her wiha Mîr Ebd El-Rihman fermana gelek Hazarayiyan jî dabû û ew jî qetil kirin.

 

Şêrîn û 40 jinên berxwedêr

Dema hêzên Ebd El-Rihman Xan ji bo qirkirina Hazarayiyan êrişî Uruzganê kir, zarok, ciwan û kesên temen mezin qetil kirin, mal şewitandin û tecawizî jinan kirin. Wê demê jina bi navê “Şêrîn” bi 40 jinên din re li dijî van sûcan hemûyan sekinî. Piştî serketina hêzên Ebd El-Rihman Xan ev jin neçar man bi peyatî biçin Kabîlê û xwe bispêrin çiyayên Kabîlê da ku xwe ji hêzên Ebd El-Rihman Xan biparêzin. Lê hêzên Ebd Rihman Xan, dev ji wan bernadin û ew jî li pey wan hilkişiyan serê çiyê. Şêrîn û hevalên wê bi şev û roj bi keviran parastina xwe kirin, lê di dawiyê de bi ser neketin. Dema van jinan dît ku dijmin nêzî wan dibe, neçar man xwe ji kendalên çiyê bavêjin. Piştî ku desthilatdariya zalim a Ebd Rihman Xan hat rûxandin, navê vî çiyayî kirin “Çiyayê Çil Keçan”.

 

Helbestvana sirgunbûyî, Sîra Bedexşî

Sîra Bedexşî ango Bîcom Nesab yek ji helbestvanên serdema Mîr Ebd El-Rihman Xan e, Ew sala 1876’an li Bedexşanê ji dayik bûye û sala 1963’an jî rehmet kiriye. Di şazdeh saliya xwe de wê dest bi nivîsandina helbestan kir. Ebd El-Rihman Xan bavê wê ku yek ji mîrên Bedexşanê bû, sirgunî Qendeharê kir. Sîra Bedexşî jiyana xwe li sirgûnê bi malbata xwe re derbas kir.

Sîra Bedexşî nameyek ji Mehcûba Hiravî re şand û tê de behsa êşa wan a hevpar a zexta mêran a li ser jinan kir. Sîra Bedexşî di helbestên xwe de behsa êş û azarên gel û neheqiya Mîr Ebd El-Riham Xan kir.

Nimûneyek ji helbesteke “Muxebeia” (veşartî) ya Sîra Bedexşî:

“Destê ku alîkariyê nade stû û çavê kor yê ku şahiyê nabîne dişikînim

Sed bihar derbas bûn û her kulîlk li cîhekî din hat çandin.”

 

Bi salan di hucreya yekkesî a kevirî de

Bîbî Sincî ango Meryam sala 1864’an ji dayik bû. Bavê wê ku bi navê Baba Xazî tê nasîn, di Şerên Yekem û Duyemîn ên Ingilîstan-Efxanistanê de yek ji rêberên şer bû. Bîbî Sincî di helbestên xwe de tawanên Mîr Ebd El-Rihman Xan eşkere kir û ev yek bû sedem ku bi fermana Ebd El-Rihman Xan wê bişînin girtîgehê. Ebd El-Rihman dengbêjî, zanîn û hişyariyê wek asteng dihesiband û ditirsiya ku Bîbî Sincî di zindanê de jinan fêrî xwendinê bike û bibe sedema pirsgirêkeke din ji bo hikûmeta wî, lewma ferman da ku wê di hucreya yekkesî de bihêlin. Serokê girtîgehê bi fermana Ebd El-Rihman Xan di nav sê rojan de li devereke dûr a bajarê Kabîlê odeyeke kevirî ava kir û Bîbî Sincî xist wê odeyê. Hevjînê Bîbî Sincî ku di dadgehê de dixebitî, ji bo hevjîna wî bê efûkirin çû cem Ebd El-Rihman Xan û daxwaza serbestberdana wê kir û piştî demeke dirêj Bîbî Sincî ji girtîgehê hat berdan. Navê wê li du navçeyên li Kabîlê hatiye kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.