Weşanxaneya Payîzê kitêba helbestan a bi navê “Diyariyên Şevê” ku Îlhan Dayan nivîsandiye bi Kurmancî çap kir.
Îlhan Dayan berê jî kitêbên bi navê “Xeyalbêj” û “Bêrîjan” ku ji helbestan pêk dihatin çap kiribû. Diyar e, helbestkar Îlhan Dayan di vê kitêba xwe ya nû de jî berê xwîneran dide helbestê.
Helbestek piçûk ji “Diyariyên Şevê” ;
“îşev
dem xwe ji bîr dike di qewlikên çavan de
û nêrînên bêdemsal konê xwe bar dike
ji zozanên çavan
diweste û radiweste dil
îşev
li ser sînga min birînek û mistek xwê
û çend gazinc di bêrîka zimanê min de.”
Îlhan Dayan kî ye?
Di sala 1974’an de li gundê Roşat ê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê ku bi navenda Mêrdînê ve ye hatiye dinê. Dema malbata wî ji ber debara aboriya xwe koçî Serêkaniya Rihayê bû, Îlhan hîn 2-3 salî bûye. Salên 90’î ji ber sedemên polîtik hat girtin, cezayê muebbetê lê hat birîn û hîna jî di zindanê de ye. Wî di girtigehan de dest bi nivisandina helbestan kir û hê jî didomîne. NAVENDA NÛÇEYAN