- Şair Xoşewîst û weşanxaneya piçûk a Elman "Hochroth-Verlag" nîşanî me didin, mirov çawa bi 5 zimanan helbestê binivîse û çawa mirov bihêle ku xwîner karibin wê bixwînin. Hem bi ferhengokê û hem jî bi dengê şair.
REWŞAN DENIZ
Gava em rahêjin helbestekê û bixwînin, tişta pêşî em li bendê ew e ku em yek zimanî bixwînin. Helbesta bi Kurdî, Erebî, bi Elmanî, bi Ingilîzî û bi Spanî. Lê mirov rahêje helbestekê û dest bi xwendinê bike û ew helbest bi Kurdî, Erebî, bi Elmanî, bi Ingilîzî û bi Spanî be! Erê helbesteke wisa heye û şairê wê jî Xoşewîstê ji Hesekê ye. Xoşewîst kitêba xwe ya ewil a helbestê derxist bi navê Leipzigيّاt ye. Navê bajarê Elmanyayê Leipzigê belesebeb di navê kitêba wî de nîne. ew niha li vî bajarî dimîne. Ev kitêba helbestê ya 32 rûpelî ne yeke ji rêzê ye; helbestên di vê kitêbê de bi 5 zimanan in. Her kes bi 5 zimanan nizane helbet ji bo wê jî li kêleka her helbestê jî ferhengokek heye. Li biniya her helbestê jî "QR-code"k heye. Heger xwîner bi telefona xwe ya biaqil biçe ser lînka wê QR-codê dikare, lê bihisîne ka ew helbestên xwe çawa dixwîne.
Xoşewîst (Abdulezîz Ramadan) şair û çalakgerekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku li bajarê Elmanyayê Leipzigê dimîne. Wî û Hochroth-Verlagê bi hev re xwe li tiştekî ji bo weşangeriyê, lê belê ji bo şiirê jî neadetî ceribandiye. Xoşewîst dihêle ku xwînerên şiirê hem bi zimanên cihê gotinan bixwînin û hem jî bi alfabeyên cihê, lewma ew Erebî jî bi kar tîne. Ev jî hem xwîner neewle dike bi rengekî ku heyranî xwe jî bihêle. Lê heger Hochroth-Verlagê ev kitêb bigurçûpêç nekirana, ev tecrûbeya hanê wê bi gelekan re çênebûya. Xwînerên neewlebûyî ji bo ku karibin xwe li xwendinê bigirin, helbet wê hewara xwe bigihînin hin deveran. Hochroth-Verlagê, li kêleka her helbestê ferhengokek bi cih kiriye, lê ne tenê ev; li binya her helbestê li aliyê çepê QR-codek heye ku ber bi malpera weşanxaneyê ve dibe, cihê ku şair lê wê helbestê bi xwe dixwîne.
Wêrekiyek ji bo guhertineke radîkal
Min li wan hisand, ya rastî guhdarîkirina wan ji xwendina wan rehettir e û ez lê mikur bêm, hem nivîsandina şiirên bi vî rengî û hem jî xwe dana ber weşana wan, herdu jî wêrekî ne. Ferhengoka li kêlekê jî ne ferhengokeke besît e ya ku em elimiyê wê ne; ew qebûl dike ku gotinên di her zimanî de tenî hevmaneyên gelek gotinên di zimanên din de ne. Bi vê qebûlê jî di her ferhengokê de peyvên kilît li cem hev, bi hevnirxî bi her pênc zimanan hatine danîn. Bi vî awayî, kitêb qet nebe di warê teorîk de wiha dibe, ku xwînerên her pênc zimanan jî karibin bixwînin. Bi her halî hemû dikarin lê bihisînin.
Ji bo şikandina sînorên dewlet û zimanan
Lê belê şair û weşanxane li vir dixwazin çi bikin? Gava pêşî du tişt tên bîra min; ya yekê weşanxaneyeke li Elmanyayê ya kitêbên bi Elmanî, sînorên Elmanyayê û Elmanî bi vê weşanê dişikîne, ya diduyê şair bi bîr dixe ku Elmanya jî êdî ne welatekî yek zimanî ye. Heger ev zena me rast be, şair û weşanxaneyê xwe daye ber guhertinên radîkal ên weşangerî û şiirê de. Heger em pirrengbûn û cihêrengbûnê di meydanên bi awayekî ji rêûresmê gelekî muhafezekar ên weke wêje û sektora wêjeyê de dibînin, naxwe, gelo em dikarin behsa guherîneke esasî ya berfirehtir bikin? Em li bendê bin ka ev awayê şairiyê wê çawa bi pêş kev yan jî nekeve û ka weşanxane hin berhemên din bi heman rengî biweşîne yan na, û helbet ka şair ûş weşanxaneyên din jî wê xwe bixin bin barekî bi vî rengî.
Beriya wê jî pirrzimanîbûn di wêjeyê de hebû li Elmanyayê, di klasîkên Kurdî, Erebî, Farisî û Azaerî de jî, lê ne weke terzekî hevgirtî yê şiirê. Ji mînakên nû yên li Elmanyayê em dikairn behsa kurdeke din jî bikin, Ronya Othmann a ku di helbestên xwe de carinan peyvên Kurdî di nava zimanê helbesta xwe ya bi Elmanî de bi cih dikir. Lê Odile Kennel, şair û wergêreke ku di kitêba xwe ya bi navê "Hors Texte" de weke Xoşewîst nebe jî, kiribû ku Spanî, Fransî, Potugalî, Ingilîzî û Elmanî bikevin nav hev û welê bibe ku mirov nikaribe wan ji derêxe. Wekî din gelek şairên ku zimanê "Elmaniya karkerên mêvan" bi kar anî jî mirov dikare bi bîr bixe. Lê ya Xoşewîst û weşanxaneya Hochroth-Verlagê guhertineke ji binî ve ye û têra xwe wêrek û radîkal e.
Kunyeya kitêbê weke li jêr e: Leipzigijjât. Xoşewîst, Hochroth Verlag, München 2020. 32 rûpel, bi 8 Euroyan.