Kovara “Bernamegeh” bi hejmara xwe ya 5’an derdikeve hemberî xwînerên Kurdî. Di vê hejmara “Bernamegeh”ê de jî gelek gotar, çîrok, û helbest hene. Kovara “Bernamegeh” bi awayekî dîjîtal tê çap kirin.
Nîhat Gultekîn bi mijara Fêrîkê Ûsiv, Heciyê Cindî û Fîncana Riza Kurmet daketiye. Occo Mahabad behsa helbestvanê ji dema Osmanî, Şikriyê Bedlîsî dike. Sîraç Oguz berê xwe daye jiyan û xebatên Dr.Nûrî Dersimî û dewreke girîng vedibêje. Lokman Polat jî li ser edebiyat û hunera vegotinê sekiniye. Her wiha gelek nivîskar û helbestvanên Kurd jî bi nivî sû helbestên xwe tevlî vê hejmarê bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN