• Yek ji wan lehengan jî, Rustem Cûdî bû. Li ser xeta Berîtanan meşiya, teslîm nebû, heyanî henase xwe ya dawiyê şer kir û xwe ji bilindahiya çiyayê Xantûrê avêt himbêza xaka Heftanînê.

ADAR ŞAMAN

Di dorpêça êgir de, berxwedana serdemê Heftanîn e. Heftanîn a bûye qada jînê. Jê tê behna têkoşînê. Bi berbanga sibê re gelî, newal û girên wê bûn qada cengê. Rê nade dagirker, noker û çehşan. Li Heftanînê, dar, daristan, kevir, teht, lat, av, nebat, ajal û bi tevahî xwezaya xwe di nava berxwedane de li cem gerîla cîh girtine û li dijî dagirkeriyê bi bedewiya xwezayê di nava cengê de ne. Eniya dijber a dagirker, xiyanetkar, sîxur, hêzên tarî û kirêtî bi cîh bûne. Wek ku di destana Ramayana de jî tê zanîn, çawa ku kirêtî û hovîtî bi bin dikevin û li hember wê rûmeta mirovahiyê bi ser dikeve; wê Cenga Heftanînê jî bi ser bikeve.
Navê gerîlayên cenga Heftanînê lehengên kêliyê yên berxwedana serdemê ne. Di her kêliyek Cenga Heftanînê de şer û berxwedana gerîlayan li hember dagirkeriyê ji niha ve bûye destana serdemê. Gerîlayên demê, di Kêliyê de teknîka nûjen a dagirkeran bi aqil û hişmendiya modernîteya demokratîk tevdigere, bersiv dide û pûş dike.
Armanca dewleta tirk dagirkirina herêma Haftanînê ye. Lê esas hedef dagirkirina tevahî Başurê Kurdîstanê ye. Heçî dewleta tirk e, li ku dera cihanê dibe bila bibe, polîtîka wê ya ji bo Kurdan nayê guhertin. Destkeftiyên Kurdan, dixe hedefa xwe û bi vî şêweyî dixwaze hebûna xwe li ser Kurdistanê bidomîne. Hebûn û aramiya xwe di tinekirina Kurdan de dibîne. Bi desteka NATO, pîlana wê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê, tevî dagir bike. Li hember vê dagirkeriyê, berxwedana bi navê “Cenga Haftanînê” ya gerîlayên adaziyê, mehek li pey xwe hişt.
Qirna sedsala 21’mîn, ji tevahî qirnên borî hîn tarîtir û ya herî xeternak e. Pergala mêhtînger a xwe li ser paşverûtî û cahiltiyê rêxistin kiriye, gihaye asta hovîtiyê. Bi teknîka herî modern a serdemê xwe pêçaye û ji her hêlê ve êrişî hebûna gelê Kurd dike. Tevahî dewletên Ewrûpa, Emerîka, Rûsya û dewletên Rojhilata Navîn, dagirkerî û qirkirina dewleta tirk a li ser gelê Kurd pêk tînê temaşe dikin û dibin şahidên vî şerê qirêj. Ev hêzên navborî, ji ber ku ew bi xwe jî şîrîkên vî şerê qirkirina Kurdan in, xwe kor, ker û lal dikin û li hember bê deng diminîn.
Di ezmûna têkoşîna azadiyê de ya ku nîvqirn li pey xwe hiştiye; encama jê hat girtin heyanî mêhtingeriya dewleta tirk neyê hilweşandin, neyê binxistin di vê erdnîgariya pîroz de aştî, aramî, demokrasî û azadiya jinê ne gengaz e. Ji ber ku ev mêhtingeriya xwînmij, exlaq, wijdan û aqlê xwe xistiye bin xizmeta şerê teybet. Tirsa wan a herî mezîn şoreşa gelan a di rêya heqîqet, wijdan û pêşengtiya jina Kurd de ku her diçe pêş dikeve, êrişên hovane bê hed û bê hidûd dikin. Li gel vê yekê jî, ev wehşeta li ser cehaletê xwe bi rêxistin kiriye wê ne demek dûr, pirr nêz de bin bikeve. Ji ber ku yên di lûtkeyên çiya û qûntara çiyayan de şer dikin nûnerên rûmeta mirovahiyê ne. Li ser navê tevahî gelên bindest, bi lehengî li ber xwe didin. Gerîlayên leheng, ew ên ku ji bo azadiyê derketine serê çiyayên Kurdistanê ewladê gelê Kurd û gelên bindest ên fedayîn e. Ew, şervanên doza heqîqetê ne. Ew, evîndarên cenga çiyê û milîtanên doza rizgariya welat in.
Bi ronahiya ramanê, sekna xwedawendiya çiyayê Heftanînê, Şeşdaran û Xantûrê, li ser lûtkeyên wan bûn balinde. Porên xwedawendên li lûtka çiyayên Heftanînê, li ber tîrêjên berxwedanê diberiqe. Di awirên Bazên çiyayê Xantûrê de, nêçîra kêliyê vedibêjin. Di şevên tarî de bûn stêrkên li asîmanan di himbêza xeyalan de. Di her kêliyê de, bûn xofa hêzên mêhtinger.
Yek ji wan lehengan jî, Rustem Cûdî bû. Li ser xeta Berîtanan meşiya, teslîm nebû, heyanî henase xwe ya dawiyê şer kir û xwe ji bilindahiya çiyayê Xantûrê avêt himbêza xaka Heftanînê. Dagirker ji Rustem Cûdî re wiha dibêjin, “Neçe cihekî ku tu êdî biçî nema,” lê beriya ku dagirker xwe bigihîninê li çiyayê Xantûrê “bû Bêrîtan.” Rûstem Cûdî, di hevpeyvînek xwe de dibêjê “dijmin bi teknîka xwe gelekî bawer e, lê me bi ruhekî fedayî yê Apocî neyar pêşwazî kir û hatina wan a çiyayên Kurdistanê li wan poşman kir.” Rustem Cûdî, bû ruhê berxwedana lehengiya Cenga Heftenînê. Bû xelekek ji xeleka xeta azadiyê.
Divê bê zanîn ku li ser rûyê dinê, berxwedan û têkoşîn nebe şoreş pêk nayê, şoreş pêş nekeve, azadî, wekhevî û demokrasî pêş nakeve. Bi pêşxistina yekbûna hêzê têkoşîn dighê serkeftinê. Di vê demê de herî zêde pêdivî bi hêza yekgirtî û di her kar û xebatê de encamgirtin girîng e. Êrişên faşizmê yên qirkirinê, wê bi kar û xebatên ruhê şoreşgerî bên pûçkirin. Rêgeza di kar de bê esas girtin, divê encama wî karî her serkeftin be. Nexwe wê kêmasiyên heyî neyên temamkirin û wê bibe sedema lewaziyan. Ev yek jî, li dijî ruhê pêvajoya şoreşgerî ya ku li Heftenînê li ser navê Kurdên azad tê kirin, wê bê pênasekirin. Xisleta vê pêvajoyê bi lez û zelal e. Encama wê, yên dijberî û di qirkirina Kurdan de israr dikin wê bi bin bikevin û têk biçin.
Em ji bîra nekin ku ew ên di çeperên Cenga Heftanînê de şer dikin, qêrîn û gotina ew kesên hatine bêdenkirin dengê wan e. Ya rast ew e ku mirov di her şert û mercî de bibe parêzvanê azadiyê; ji ber ku ya me bi ber vê evînê ve kaş dike, eşqa lêgerîna heqîqetê ye. Wê ev evîn, tu caran wenda neke, wê teqez bi ser bikeve. Dibe ku komkujiyan zêde bikin, weke ku heroj dikin her bihostek xaka welatê me bişewitînin; lê wê qet ruhê evîna şoreşê nikaribin teslîm bigrin û tine bikin. Ew bê eslên ku vê yekê xeyal dikin, xwe dixapînin.
Weke ku H. Balzac jî gotibû “Ew tovê li erdê hatî reşandin, ên di dendika tov de zû berhem dan, ew fedayiyên ku xwîna xwe rijandin e.