Haydê em bifirin…

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Mijdar 2024 - 16:45

Di sedsala 8’an de li Fransayê du brayan bi ceribandinên nû daketin da ku karibin balonan çêbikin. Joseph-Michel û Jacques-Étienne Montgolfier ku di bira bûn di dawiyê de balona bi şêwaza “Montgolfière” çêkirin û di sala 1783’an de insan bi van balonana cara ewil firiyan ber bi hewa ve. Piştî sedên salan hunera bi balonan jî pêş ket û her çû popûlerîtaya balonan zêdetir bû. Pêşangeha bi navê “Let’s Flay” (Haydê em bifirin) a li Los Angelesê asta hunera bi balonan baştir nîşan dide û xelkê vedixwîne ber bi dinyaya balonan ve.