Bi dirûşma “Çanda resen vedenga serdemê ye” Mihrîcana Hawar a 3´yan li kantona Şehbayê bi dawî bû.

Ji bo parastina çanda dengbêjiyê di nav gelê Kurd de Tevgera Çand û Huner a herêma Efrînê Mihrîcana Hawarê ya 3´yan ya dengbêjiyê li kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Mihrîcanê 6’ê Îlonê de dest pê kiribû û heta 20’ê Îlonê bi serketina sê kesan bi dawî bû. Di mihrîcanê de xelkê Kampa Berxwedanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên Tevgera Çand û Huner jî amade bûn.

Ev mihrîcan cara yekê sala 2013’an li Efrînê hate lidarxistin, sala 2016’an cara diduyan dîsa li Efrînê bû û cara sêyemîn yanî ya îsal ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, li kantona Şehbayê hate lidarxistin. 

Mihrîcan serketî bû

Hevserokê Desteya Çand û Huner a Efrînê Henan Sîdo di qonaxa dawî de got, “Em mihrîcana Hawarê li gelê berxwedêr û Rêber Apo pîroz dikin. Armanca me ya lidarxistina vê mihrîcanê, derxistina dengên veşartî yên di nav miletê xwe de ye. Ji ber ku dengên zêrîn hene û me heta niha bi wan nedizanî. Hawarê deriyê serketinê ji ciwanên siberojê re vekir.”

Li ser nave Rêveberiya Tevgera Çand û Huner a herêma Efrînê, Rûmet Beko jî got, “Hawarê serketinên mezin bi dest xistin û hêviyek li gel her kesî ku zehmetiyê dikêşin, ava kir. Mihrîcanê hemû astengiyên li hember meraqên ciwanan rakir.”

Li ser nave Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hiskê jî got, “Di nava şertên koçberîyê yên zehmet de lidarxistina mihrîcaneke bi vî rengî serketin e û cihê serfiraziyê ye. Gelê Efrînê yê berxwedêr vê gavê ji cîhanê re îsbat kir ku xwedî îrade û huner e û nahêle çanda wî bê qirkirin.”

Di dawiya mihrîcanê de Zêrîn Îbiş, Mustafa Şêxo û Ferîde Tarî di warê xweşbûna deng de ji aliyê Rêveberiya Mihrîcanê ya herêma Efrînê ve hatin xelatkirin. 

JINNEWS/ŞEHBA