‘Ha ji we re çend kitekit û pirs’*

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 05:39

  • Di çêkirina wan seheyan de yên ku niha lê “Kûpaya cîhanê ya futbolê” tê lidarxistin, qederê 6 hezar û 500 karker mirine. Lê kêm kes hay jê hene ku li Qetarê di dema çêkirina van avahiyan de çi qewimiye. Şirketa bi navê “WEEK” a mîmariyê, bîra vê yekê biriye û ji bo karkerên ku mirine, abîdeyekê çêdike.

XASÊ CÛNÊ

 

Dema ji dîktatorê Portugalî Salazar dipirsin, “Te ev welat çawa bi tena serê xwe 41 salan bi rê ve bir?” Ew hinekî bişiriye û wiha bersiv daye, “Tres F” yanî min bi sê tiştên bi tîpa F dest pê dikin, bi rêve bir; Fado, Fiesta û Futbol…” Ji ber vê yekê meriv nikare bibêje “Futbol” tenê futbol e û seresere vê meseleyê li paş xwe bihêle. Girseyên ku diçin li maçên futbolê temaşe dikin û yên ku alîgirên hin tîmên futbolê ne, di heman demê de nîşaneya fanatîzmekê ne jî. Û ev fanatîzm di gelek waran de bi kêrî siyasetê tê. Yanî Salazar beredayî ev bersiva dîrokî nedeya, ev bersiva wî, heqîqetekê tîne ziman. Ji lewma jî futbol û siyaset du tişt in yên ku bi kêrî hev du tên û hev du temam dikin. Li gelek welatan bi salan e siyaset girseyan bi vî awayî bi rê ve dibe û fikrên xwe bi wan dide qebûlkirin. A rast, hewce nake ew bide qebûlkirin jî, ji xwe êdî girseyên ku di nav fado (muzîk), fiesta (şahî) û futbolê de xeriqîne bi xwesteke xwe nihêrînên serdestan qebûl dikin.

Çawa ku li Portugalê bi destê “3 F”yan dîktatorî li ser piyan maye, li gelek welatên din jî ev rêgez li dar bû. Yanî dîktatoran bi vî awayî fikrên xwe di nav girseyan de belav kirine û kirine ku ev girse siyaseta wan bêyî binirxîne û tiştekî bipirse, qebûl bike. Dema civak bi fado, fiesta û futbollê re mijûl bû, ev tê wê maneyê ku edî dîktator bi dilê xwe ne, li welatî ya bi dilê xwe dikin û ya ne bi dilê xwe jî nakin. Ji ber ku xelk dikare dev ji gelek tiştan berde û hin nihêrînên xwe biguherîne, lê heger tîmeke wan ya futbolê hebe ew ti carî tîmên xwe naguherînin û tim piştevaniya wê tîmê dikin. Ew heta hetayê bi wê tîma xwe re ne. Yanî futbol ewqas bi hêz e û dikare girseyan bi xwe ve girê bide.

Li Qetarê çi qewimî kes nizane?

Vêca, li ser vê meseleyê, em berê xwe bidin “Kûpaya cîhanê ya Futbolê” ya ku FIFA di sala 2022’an de li Qetarê li dar dixe. Niha li Qetarê maç dewam dikin û hema bibêje, tîmên baş ên welatên dinyayê hemû li wir in. Lê beriya ku ev maç dest pê bikin û sehayên futbolê yên mezin hazir bibin, li Qetarê çi qewimî kes nizane! Ev seheyên futbolê yên mezin, çawa hatin ava kirin? Niha ne xama kesî ye û jixwe, kes bîra vê yekê jî nabe. Di her maçê de qederê 80 hezar insan kom dibin di wan seheyan de û xema kesî nîne çend insan di çêkirina wan seheyan de mirine! Jixwe, ji berê ve rewşa karkerên koçber a li Qetarê dihat nîqaşkirin, piştî ku FIFA´yê biryara lidarxistina şampiyonaya dinyayê li Qetarê da, ev nîqaş bêhtir kûr bûn. 

 

Abîdeyek ji bo karkerên ku mirine

Buroya mîmariyê ya bi navê “WEEK” a ku navenda wê li Şîlî û Fransa ye, hay ji vê meseleyê hebû û dizanîbû li Qetarê, di çêkirina sehayên futbolê de çiqas insan dimirin. Yanî wan ev yek dişopand. Ji lewma, wan xwest, karkerên di çêkirina van avahiyan de mirine, bi bîr bînin. Ji bo vê yekê jî wan xwest abîdeya bi navê “WEEK” çêkin. Abîdeya wê bişibe birceke bilind, ew bibe nîşaneya wan kesên ku mirine. Ji bo her kesê miriye, kevirekî ji betonê ew ê çêkin û her ku here ev birc wê bilind bibe. Her kevirek dê bi qasî 2 metre û nîvan be. Li gor raporên ku hatine eşkerekirin ji sala 2010’an heya sala 2021’ê li Qetarê 6 hezar û 500 karker mirine. Karkerên ku mirine jî ji welatên Hindistan, Pakistan, Nepal, Bangledaş, Srî Lanka, Uganda, Kenya û Filipînê çûne Qetarê. Karkerên ku ji van welatan çûne Qetarê, gelek otêl, rêyên hesimî ji bo trênan, balafirgeh û 8 seheyên futbolê çêkirine û di dema çêkirina van avahiyan de gelek karker mirine. Karkerên ku çûne li wir bixebitin, bi heqdestên kêm û li ber tava havînê bi saetan xebitîne. Lê hûn li vê ecêbê binihêrin; li gorî raporên Qetar û FIFA’yê li Qetarê di çêkirna seheyanên futbolê de tenê 37 kes mirine!

 

Hetîketî û sosreteke mezin!

Şirketa WEEK serê ewilî fikiriye ku bilindahiya vê birca ji bo karkerên mirî wê kîlometreyeke û nîvê bilind be, lê piştî ku fêr bûne gelek kesan jiyana xwe ji dest daye, niha ew difikirin ku bilindahiya bircê bikin 4 kîlometre û nîv. WEEK ji bo karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, matmayî maye û dibêje, “Ev yek hetîketî û sosreteke mezin e! Destpêkê me gotibû em ê weke tiştekî sembolîk vê bircê çêkin, lê me dît ku rastiya li wir qewimiye cuda ye û em bi kêm tiştan dizanin. Her wiha em ecêbmayî dimînin, çapemeniya dinyayê çawa behsa vê yekê nake û xwe ji vê yekê re kerr dike. Ev sosret di heman demê de berpirsyariya FIFA’yê jî nîşan dide û her wiha xemsariya wan a di vê meseleyê de. Divê FIFA li hemberî jiyana insanan rêzdar be û nehêle ewqas mirov bi mirinê rû bi rû bimînin.”  Jixwe, Rêxistina Efûya Navneteweyî jî Qetarê di vî warî de sûcdar kiribû û gotibû, Qetar karkeran bi zorê di van sehayên futbolê de dide xebitandin. Rêxistina Efûya Navneteweyî bang li mîmarên ku seheyên futbolê çêkirine jî kir û got, divê ew bêdeng nemînin û dengê xwe derxin. 

 

Karkerekî xwenda dipirse

Dema mîmarên şirketa “WEEK”ê dest bi vê projeye kir, qet texmîn nedikirin ku ev birc wê ewqasî bilind bibe, lê niha hesabê wan hevdu negirt û her diçe eşkere dibe ku hejmara kesên di çêkirina van avahiyan de mirine, zêdetir e. Welatên ku niha li wir dilîzin û di pêşbirkê de ne jî qet karkerên mirine, bi bîr neanîn û ti kesî ev yek protesto nekir mixabin.

Dema ez li vê rastiyê hizirîm, bivênevê helbesta Bertolt Brechtî hate bîra min. Çi digot Bertolt Brecht di helbesta xwe ya “Pirsên karkerekî xwende*” de, werin em bi hev re berê xwe bidin helbestê:

 

Kê Teben a bi heft dergehan ava kir?

Kitêb bi serî ve tijî ne bi navên melikan.

Ma yê ku rahişt teht û zinaran melik bûn?

Û ew Babîla çendîn caran hat xirakirin.

Kê bajar her carê ji nû ve ava kir? Li kîjan malên,

zêrîn dibiriqîn ên Lîmayê diman, ew karkerên avahîsaziyê?

Bi ku ve çûn wê êvarê, wê êvara ku bedena Çînê qediya
ew dîwarlêker? Romaya mezin

Tijî ye ji kemberên serketinê. Kê ew lê kirin? Wan zora

kê bir, wan Qeyseran? Gelo ew Bîzansa gelekî jê re didin şabaşan
Qesrên wê tenê ji bo xelkê bûn? Heta li wê Atlantîsa efsanewî
Gava ku behrê ew daqurtand, bi şevê bi qarewar
Ewên dixeniqîn, gazî koleyên xwe dikirin.

 

Skenderê ciwan Hindistan fetih kir.

Gelo wî tenê?
Sezar zora xelkê Galî bir.

Ma hema aşpêjek jî pê re nebû?

Philippê Spanyayê giriya gava ku fîloya wî

Binav bû. Ma gelo ti kesê din negiriya?
Friedrich ê Duyem di şerê heft salan de bi ser ket. Ji bilî wî

Kiyê din bi ser ket?

 

Her rûpelek serketinek.

Kê ziyafeta serketinê çêkir?

Her deh salan carekê zilamekî mezin.

Kê mesref didan?

 

Ew çend kitekit.

Ew çend pirs.

 

* Wergera ji Elmanî, Luqman Guldivê kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.