• ‘’Dema 12’ê Îlonê bû. Leşkeran avêtin ser gundê me. Fermandarê wan got: ‘Hûn malbatek xayîn in. We berê Yado li vir parastiye. Niha jî hûn endamên PKK’ê vedişêrin. Biryara xwe bidin.’’

FIRAZ BARAN

 

“Dolan heft caran şên bûye, heft caran xirabe bûye.” Apê Eliyê Zeynel, Bavê Halîs

 

Oxçiyan (Okçular), gundekî girêdayî navçeya Dep a Elezîzê ye. Ev gund ji şeş mezra û heft ezbetan pêk tê.

Mezrayên xwe ev in: Dolan, Golan, Sêdiyan, Gûlik Hisên, Şewitiyan û Avdelan.

Ezbetên xwe jî ev in: Nezeran, Orican, Qasan, Qoçan, Qerxanan, Şeran, Gkakan.

Ev gund cem Ava Perî ye. Kurmancî diaxivin û ji eşîra Şadî ne.

Emê di nav van mezra û ezbetan de qala Dolanê bikin. Ji ber ku Dolan di sala 1988’an de hate vala kirin û 1994’an de jî hate şewitandin.

HALÎS OKÇUOGLU

Kekê Min Halîs Şehîd e

Dolan bi deh malbatan pek dihat. Hemû malbat jî xizmê hev bûn. Paşnavê wan  Okçuoglu ye. Em seba çîroka Dolanê bi Hamit Okçuoglu re axivîn. Hamit sala 1964’an li Dolanê ji dayik dibe. Ew 1992, 1993 û 1994’an de li Stenbolê di kovara Özgür Halkê de dixebite. Îlona 1995’an neçar dimîne were Elmanyayê. Ew niha li bajarê Kolnê rûdine.

Hamit dibêje: “Çîroka Dolanê berî 80’an dest pê dike. Kekê min Halîs welatparêz bû. Ew hevalê Delil Doğan, Baki Kahraman, Salih Kılıç û Mehmet Güler e. Ev her çar heval jî şehîdên tevgerê ne. Kekê min ji ber bavê çar keç û çar lawan bû, tevlî şoreşê nebû. Lê piştî 80’an jî alikariya hevalan kir. Gelek car wî binçav kirin û êşkencê giran lê kirin. Wek mînak dema 12’ê Îlonê dû caran binçav kirin. Her car 45 roj di êşkencê de ma. Binçav kirin her tim berdewam kir. Salên 90’î jî li girtigeha Erziromê ma.”

Jiyana xwe ji bo Partî da

Hamit dema ku qala kekê xwe dike hinek tesîr dibe û bi dengekî nizm wisa dipeyîve: “Li zindanê nexweşiya dil li wî peyda dibe. Piştî zindanê krîza dil derbas dike û felç dimîne. Piştî 2 salan kekê min 2003’an wefat kir. Ê rastî kekê min şehîdê Partî ye. Ji ber ku wî jiyana xwe ji bo Partî rexistin kiribû.”

Hamît bîranînên berî salên 80’an tîne bîra xwe û wisa berdewam dike: “Dayik û bavê min ji gerîla pir hez dikirin. Gava ku heval dihatin diya min ez hembêz dikirim û digot: ‘Hevalên te hatine.’ Li jora mala me zeviyek genim hebû. Bavê min êvarê hevalan li wî warî vedişart. Sibehê wî pêdiviyên hevalan dibir.”

1988: Valakirina Dolanê

Di havîna 1988’an de, li cihê Îseyê Qulan di navbera gerîla û artêşa Tirk de pevçûnek rû dide. Di vê pevçûnê de, gerîlayek jin (Hêvî, Aysel Argun - Mazgirt) şehîd dikeve. Gerîlayek jî birîndar dibe. Di wê pevçûnê de leşkerek jî dimire. Piştî wê rojê hêzên dewletê hatine gund û wisa gotine: “Gund vala bikin. Ger hûn vala nekin emê we hemûyan bi milkê we bişewitînin.”

Roja din, du malbat koçî Stenbolê dikin û malbatên din jî diçin Depê (Karakoçan). Wê demê, bi tevahî deh malbat li gundikê Dolan jiyan dikir. Hemî ji malbata Okçuoglu bûn.

Wê demê Hamit li Yewnanistanê bûye. Destpêka 1989’an vedigere Stenbolê û wê çaxê dibihîse ku gund vala bûye. Hamit li ser roja valakirina Dolanê van agahiyan dide: “Kekê min Halis wê rojê li Newala Alî Xwînê pez diçêrandiye. Leşker wî digirin û li ber çavên bavê min bi saatan êşkence li wî dikin. Birayê min Mehmet, zavayê me Mehmet Emin û xwarziyê min Cemal û dû xizmên me jî binçav dikin û êşkence li wan jî dikin. Leşker dibêjin: ‘Hûn mêvandariya gerîla dikin.’ Ew 3 mehan di girtîgehê de dimînin.”

Dîmenek bi êş jî ev e: Li her malbatê 40-50 bizinên reş hebûne. Gava ku dewlet gund vala dike, malbat neçar dimînin û bizinan difroşin. Bavê Hamit wê rojê wisa tarîf kiriye: “Me sewalan bire Depê. Canbaz hatin ba me. Me hemû sewalan bi bihayekî pir erzan firot.”

1994: Dolan Şewitandin

Mehmet Emîn pismamê Hamît e. Ew rojekê li nav Depê dimeşe û dibîne ku li ser Dolanê dûman radibe. Dolan 15 km dûrî Depê ye. Banga xizmên xwe dike û diçin Dolanê. Dibînin ku Dolan dişewite. Hamit Okçuoğlu dibêje: “Eskerê Tirkiye qalibên dînamît û TNT li xaniyên me datînin û wan diteqînin. Ew kevirên mezin 500 metro difirin. Bavê min her tim digot: ‘Dolan heft caran şên û heft caran jî xirabe bûye.’ Di sala 1988’an de vala kirin û 94’an jî şewitandin. Gundê me careke din şên nebû.”

Piştî salên 2000’an gundiyan serî li cihên fermî dan. Wan dixwest ku vegerin gund û xaniyek ava bikin. Lê dewletê destûr neda.

Piştî 1994’an dewleta Tirk gelek caran daristana dora Dolanê şewitandin. Dar mezin dibin û dewlet wan dişewitîne. Dewlet wisa difikire: “Daristan, av û hewaya vê deverê xweş e. Gerîla dikarin li wir bi rehetî bi cih bibin. Divê ez van daran bişewitînim.”

‘We berê Yado li vir parastiye’

Hamit Okçuoglu qala gotina, “Av radize dijmin ranaze” dike û dibêje: “Dema 12’ê Îlonê bû. Leşkeran avêtin ser gundê me. Fermandarê wan got: ‘Hûn malbatek xayîn in. We berê Yado li vir parastiye. Niha jî hûn endamên PKK’ê vedişêrin. Biryara xwe bidin. Heke dîsa gilîyek hebe, ezê we bi heywanên we re bişewitînim.”

‘Li gund min dengê çûçikê jî nebîhîst’

Hamit herî dawî qala dayik û bavê xwe dike. Bavê Hamit piştî derketine gund di demekê kin de li Depê di sala 1991’an wefat dike. Wî li Dolanê radikin.

Diya Hamît jî di sala 1996’an diçe Haq. Hamit wisa qala dayîka xwe dike: “Diya min hatibû Stenbolê. Ez li Elmanya li sirgûnê bûm. Min bi têlefonê diya xwe geriya. Got: ‘Ez çûm Dolanê. Min gora bavê te av da. Min kulîlk çandin û xatirê xwe jê xwest. Kurê min, li gund min dengê çûçikê jî nebîhîst. Ew pir zora min çû.’ Diya min li Stenbolê li mala xalê min bû. Pênc roj piştî wê telefonê, xwînrijiya mejiyê derbas dike û wefat dike. Gora wê jî li Stenbolê ye.”

Hamit Okçuoglu 26 sal in li derveyî welat e. Ew bi hesreta gorên dê û bavên xwe dijî. Lê ew ne aciz e. Dibêje: “Me her tişt ji bo rûmet û doza xwe kir.’’

 

Li Dolanê navên cihan

Wekî tê zanîn li her gundekî Kurdistanê navên zinar, bîr, kanî, newal û hwd. cûda ne. Gelekan jî çîrokên wan hene. Lê me ev navên cihan berhev nekirine. Îro gundê Dolanê wêran kirine. Tu kes li wê jiyan nake. Lê navên cihan di nav mejiyê Dolaniyan de hê zindî ne. Li Dolanê navên cihan ev in:

Berojî Meman

Diyarê Tatê

Korta Hemî Şarê

Korta Gan

Kaniya Gozal Baba

Kaniya Kewan

Kevirê Qelê: Li wê derê sarinca avê hebû.

Newala Dilêv

Newala Dolan

Newala Eliyê Xûnê

Newala Înçê: Ew di bin Dolanê re diherikî. Ava berfê jî dadigirt. Ev av dikeve Periyê.

Perî jî bi Munzurê re dibe yek.

Notirwan: Ew gir e.

Pişta Qonaxê: Mêrg a Dolanê ye.

Şinaga Husî Enê: Ew dewerek daristanî bû.

Şorete: Ew gir e.