Tajiyê bi navê Lou xwedî taybetmendiyeke cihê ye. Ew bi guhên xwe yên mezin êdî li dinyayê tê naskirin. Ew bi van guhên xwe di “Kitêba Rekorên Dinyayê ya Guinness” de bû yekem kûçikê xwedî guhên herî mezin. Guhên Lou, 34 santîm in û gava ew bi rêve diçe guhên wî li erdê dikişkişin ewqasî ku dirêj in.
Xwediyê Lou, Paige Olsen baytar e û dibêje me her tim derabarê guhê Lou de henekên xwe dikir lê me qet guhên Lou nepîva.
Di dema karantînayê de ew bêhtir bala xwe dide ser guhê Lou û ferq dike guhên Lou jidil jî pirr mezin in. Olsen dibêje, “Hemû tajî xwedî guhên xweşik in û dirêj in, lê yên hinan ji yên din bêhtir dirêj in. Ev jî dike ku ji yên din bêhtir bînê bigirin û şopa hin tiştan baştir bikin. Ev hêla wan ya bêhmepa heye.”
Olsen dibêje ez mehê carek guhên Lou paqij dikim û dema zivistan jî tê guhê wî bi paçikan dinixumîne da ku zêde serma negire. Lou li taxa ku lê dimîne tajiyekî navdar e û gelek kes dixwazin jê hez bikin û destê xwe bidin guhên Lou.
Olsen diyar dike ku Lou berê jî di hin pêşbirkan de xelatan girtiye û tajiyekî serkeftî ye.
EMERÎKA