Guernicaya 3D lê ne dîjîtal

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Kanûn 2022 - 04:06

Sul filo dell'arte înîsiyatîfa komek hunermedan e li Îtalyayê û ew bi hûnandina ta û benan berhemên xwe yên hunerî çê dikin. Yek ji berhemên wan ên herî navdar jî jinûveçêkirina berhema Guernica a Pablo Picasso ye. Wan saal 2017´an ev karê hanê temam kiribû. 

Di vê berhemê de fîgurên di Guernicayê de weke bûkên dagirtî yên lîstikê hatine çêkirin. Yanî 3D ne, lê ne dîjîtal in. 

Hunermendên koma Sul filo dell'arte hemû jin in. Ew li bajaran karên çêkirina berhemên bi hûnandinê, dikin. Ew bêhtir tayên rengorengo bi kar tînin û berhemên xwe li baxçe, kolan û muzeyan bi cih dikin…

Lê di berhema xwe ya jinûveçêkirina Guernicayê de ew bêhtir aliyê tarî û rengên bi reşe ve yên Picasso bi kar tînin. Ji bilî kilîlkeke li pêş û çend detayên bi rengê sor, ya mayî tonên cûn ên di navbera reş û spiyê de ne. 

Wan ev berhema xwe roja salvegera bombekirina Guernicayê (1937) weke biqedrzanîna Picasso, sala 2017´an dabû nîşan, yanî 26´ê Nîsanê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.