Girtî bi hev guherandin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 19 Îlon 2022 - 21:15

  •  “Îro Mark Frerichs teslîmî DYE´yê hate kirin û Hecî Beşîr jî li balefirgeha Kabîlê teslîmî me hate kirin.” 

Wezareta Karê Derve ya Efxanistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerekî payebilind ê artêşa behrê ya DYE’yê yê ku ev du sal bûn di destê Talîbanê de bû, di 19’ê Îlonê de teslîmî DYE´yê hatiye kirin. Ev leşker jî Mar Randall Frerichs bû. 

Wezaretê got, DYE´yê jî kesekî giring ê rejîma Talîbanê teslîm kiriye.

Wezîrê Karê Derve Emîr Xan Mutteqî got, “Îro Mark Frerichs teslîmî DYE´yê hate kirin û Hecî Beşîr jî li balefirgeha Kabîlê teslîmî me hate kirin.” Li gorî nûçeya AFP’ê, endamê Talîbanê Beşîr Nûrzayî li DYE’yê ji ber bazirganiya eroînê, cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birrîn.

Berdevkê hikumetê Zabîhulalh Mucahîd ji AFP’ê re got, “Beşîr Nûrzayî bi awayekî fermî di nav Talîbanê de cih nagire, lê piştî salên 1990’î dema ku Talîban derket holê, alîkariyeke giring dayê û çek jî tê de hebûn.”

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.