NHC'ê da zanîn ku piştî tayfûnên Arthûr, Hanna, Laûra û herî dawî ya Eta, di şeva 9-10'ê Mijdarê de tayfûna bi navê Theta peyda bû.
Yek ji bûyerên xwezayî ku bi germahiya global re zêde dibe, bagera tropîkal e. Ev bager dema dawî gelekî dijwar bûye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Tayfûnê ya Neteweyî ya Emerîkayê (NHC), bager an jî tayfûnên tropîkal ên ku di nava salê de li Okyanûsa Atlantîkê rû dan, di asteke balkêş de zêde bûne.
NHC'ê da zanîn ku piştî tayfûnên Arthûr, Hanna, Laûra û herî dawî ya Eta, di şeva 9-10'ê Mijdarê de tayfûna bi navê Theta peyda bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, li Atlantîkê bi vî rengî di nava salê de 29 tayfûn hatin tespîtkirin. NHC, bagerên ku leza wan saetê di ser 62 kîlometreyî re be, tevlî vê kategoriyê dike.
Nuqteyeke din a ku di daxuyaniya NHC'ê de bal kişand ew bû ku bûyerên xwezayî îsal di asta rekorê de rû dan. Di demsalên tayfûnan ên normal de cara yekê ye ku ewqas bager rû didin. Tê texmînkirin ku ev hejmar wê 30'î derbas bike.
Bagerên tropîkal encameke pergala xwezayî be jî ji ber bandora germahiya global a li ser okyanûsan, bûyerên bi vî rengî yên xwezayî zêde dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN