- Rêzefilma 'No Man’s Land' wê behsa şerê li Rojava bike.
Rêzefilma Huluyê No Man’s Land, berê qehremanê xwe yê spî gewr û Ewrûpî dide Sûrî û Rojava. Qehremanê rêzefilmê Antoine ye. Zilamekî Fransî yê ku li xwişka xwe ya wenda yan jî kuştî digere. Hîna em nizanin ka rêzefilm çawa ye, lewma ew ê 18´ê Mijdara li pêşiya me bê nîşandan, lê Antoine yanî spî gewrê Ewrûpî ku berê xwe dide welatekî lê şerê navxweyî û şoreşek heye, bi serê xwe nîşan dide ku ji bilî kalîteya filmê û pirsgirêkên îdeolojîk, em ê bi çiwalan klîşeyên Ewrûpiyan li ser Rojhilata Navîn di filmê de bibînin. Axir a xêrê; û xeber xweş jî ew e, qet nebe hilberînera filmê bi sempatiya ji bo YPJ´ê filma hanê çêkiriye.
Hilberînera filmê Maria Feldman dibêje, fikra vê rêzefilmê pê re çêbûye, piştî ku di nûçeyan de hevpeyvîneke bi şervanên YPJ´ê re dîtiye. Ew muhtemelen behsa bernameya “60 Minutes” a televizyoneke Awusturalyayê dike, ya ku Tara Brown tevî Gareth Harvey çêdike. Lewma sala 2014´an di du beşên wê bernameyê de bi berfirehî behsa berxwedana hêzên Kurd li dijî DAIŞ´ê dihat kirin û nexasim jî şervanên jin dihatin danasîn.
Maria Feldman dibêje, “di bernameyê de şervaneke YPJ´ê digot, çeteyên DAIŞ´ê ji me ditirsin, ji ber ku bawer dikin, bi destê jinekê bên kuştin wê neçin cinetê.” Erê sempartiya wê ji bo şervanên Kurd û YPJ´ê diyar jî be, rengê vê sempatiyê nîşanî me dide ku di filmê de em ê gelek klîşeyên din jî bibînin.
Ka aktor Felix Moati (Antoine Habert) têkiliyên çawa wê bi Rojhilata Navîn û xelkê wê re deyne, em nizanin, lê di bernameyeke televizyonê de wî hinekî behsa rola xwe kiriye: “Kesê ez rola wî dikim, ya rastî nizane ka ew bi ku ve diçe. Yekane tişta ku dike ew tiştekî bike, fikra wî ya sabit a dîtina xwişka wî ye, vê jî li dijî her tişta xelk jê re dibêje, dike.”
Nivîskarên senaryoyê Amit Cohen û Ron Lesham in, û ew hevkariyê dikin bi Xabi Molia re. Derhêner jî Oded Ruskin e. Yek ji şirîkên hilberînê kanala Fransî-Elman ARTE TV ye.
FRANKFURT