- Eduardo Galeano nivîskarekî Urugayî bû lê nivîsên wî ji birînên welatên wêranbûyî re weke derman bûn. Ji lewma li her welatekî wêranbûyî matador gelek bûn û wî dixwest em nebin alîgirê matadoran.
ARDÎN DÎREN
Eduardo Galeano rojnamevan û nivîskarekî mezin ê vê dinyaya gewrik bû. Wî ji peyv û bêjeyên welatê xwe qesreke nivîsan a mezin ava kir. Li hemberî zemanê ku dixwest hemû rabihuriya gelên bindest ji holê rake, ev qesra hanê tim li ser piyan bû û ti carî hilneweşiya. Wî bi vê qesra peyvan, bîra welatekî jî ava kir û nehişt hin çîrok û serpêhatiyên li welatê wî winda bibin. Peyvên wî zindî bûn û bi rê ve diçûn. Hemû damarên qetiyayî yên Emerîkaya Latîn bi saya peyvên wî bi hev ve bûn û bîrîna welatekî wêranbûyî dîsa bi çîrok û nivîsên wî dikewiya.
Wî gelek tişt dîtibûn û serpêhatiyên wî gelek bûn. Van serpêhatiyên wî, berê wî da wêje û nivîsê, wî nexasim jî nivîsên kurt û bi derb ên li ser welatekî mêhtî, dinivîsandin.
Galeano di ciwaniya xwe de gelek kar kirin, lê di dawiya dawî de dîsa li nivîsê vegeriya. Dibe ku nivîsê jî dev ji wî bernedabe… ji lewre nivîs jî dizanin kîjan pênûs bi qedrê wan dizanin. Galeano bi qedrê pênûsê û her wiha bi qedrê nivîsê jî baş dizanîbû. Naxwe bi dehan pirtûk li pey xwe nedihiştin û ev pirtûkên wî li tevahiya parzemînên dinyayê belav nedibûn. Wî li hemberî neheqî û dîktatoriyê nivîsand. Her wiha ew rewşenbîrekî qewî yê Emerîkaya Latîn bû, bi sekn û helwêsta xwe bû dengê bindestan û pirtûkên wî mêhtinger tirsandin. Gelek caran ji welatê xwe dûr, li sirgûniyê nivîsand, lê wî ti carî navber neda nivîsên xwe û wijdanê wî neheqî qebûl nekir.
Heger nebînim nikarim binivisînim
Eduardo Galeano beriya her tiştî dixwest bibe gogvanekî baş û di futbolê de serketî be, lê ev daxwaza wî ti carî pêk nehat. Wî ev rewş wiha rave dikir; “Dema ez piçûk bûm, min xeyala gelek tiştan dikir. Ji ber ku ez bêkêr bûm, mixabin nebûm gogvanekî baş, ji ber gunehkar bûm nebûm ezîz jî! Min çend caran xwe li şêwekariyê ceriband, lê afirîneriya min ewqasî xurt nîn bû. Lê dikarim bibêjim, weke xêzkarekî dinivisînim. Ez çavê xwe digirim û tiştên dixwazim binivisînim, di hişê xwe de bi peyvan xêz dikim. Heger ez di hişê xwe de nikaribim çîrokekê xêz bikim, nikarim binivisînim jî. Divê tiştê binivisînim, ez bibînim. Heger nebînim û neynim ber çavên xwe, ez nikarim binivisînim jî. Her nivîsa ku dinivisînim, bi deng dixwînim. Heman tiştî dubare dubare dinivisînim. Paşê nivîsên xwe bi dengekî bilind dixwînim. Kesekî ji rêzê jî dema guhdariya nivisekê bike dê ji muzîkalîteya wê fêhm bike bê ka ew nivîsek baş e an jî xerab e.! Her peyvek û muzîkek xwe heye. Ji lewre ez pirr ber dikevim ku li dibistanan xwendina bi deng rakirin. Bi ya min windahiyeke mezin bû ev tişt.”
Nivîskarê li hember matadoran
Galeano di sala 1940’î de li Montevideoya Uruguayê tê dinyayê. Dema 14 salî ye, xêzeromanekê dinivîse û vê xêzeromanê difiroşe kovara bi navê “El Sol” (Roj) ya Partiya Sosyalîst a Uruguayê. Wî bi vî awayî dest bi rojnemavaniyê kir û ji bo heman kovarê karîkatûr jî çêkirin. Lê di ber re jî nivîsên kurt ên rojane nivîsandin. Destpêka salên 1960’î di rojnameya polîtîk a heftane ya bi navê “Marcha” de jî nivîsî û nivîskariya wî xurttir bû. Piştî rojnameya “Marcha”, wî di rojnameya “Epoca” de li ser futbol, mîtolojî, zarokatî, evîn, aborî, polîtîka, muzîk, şer, dans, sînema, deshilatdarî, hêrsbûn, şoreş, xizanî, kapîtalîzm, nijadperestî, mêhtingerî û koletiyê nivîsand. Di tûrikê wî de gelek babet hebûn. Lê bi nivîsên xwe tim li cem bindestan û kesên hatine mêhtin, sekinî. Di hevpeyvîneke xwe ya sala 1984’an de wî digot; “Ez her tim alîgirê ga bûm, ne alîgirê matador. Û hîna jî li heman hêlê disekinim.”
Li dûrî welatê xwe li sirgûniyê
Eduardo Galeano bi pirtûka xwe ya bi navê “Las venas abiertas de América Latina” (Damarên Emerîkaya Latîn ên hatine birrîn) bala rejîma Uruguayê bire ser xwe û di darbeya leşkerî ya sala 1973’yan de hate girtin. Demekê di hepsê de ma. Piştî ku hate berdan ji Uruguayê veqetiya û li peytexta Arjantînê, Buenos Airesê bi cih bû. Di vê navberê de pirtûka wî “Damarên Emerîkaya Latîn ên hatine birrîn” li gelek zimanan hate wergerandin û ew li dinyayê hate naskirin. Wî li Buenos Airesê bi navê “Crisis” kovarek derxist. Demekê bi kovarê re mijûl bû lê di sala 1976’an de vê carê li Arjantînê bi destê Videla darbeyeke leşkerî çêbû. Di nav lîsteyên ku ew ê werin kuştin de navê Eduardo Galeano jî hebû. Ji ber vê yekê, wî Arjantîn jî terikand û vê carê berê xwe da Spanyayê. Ji ber nivîs û nêzîkatiya wî ya li hember dîktador û deshilatdaran, ew bi salan li sirgûniyê ma. Wî li sirgûniyê jî pirtûkên xwe yên ku navê “Memoria del fuego” (Bîranînên ji agir) li wan kir, nivîsandin. Ev bibîranînên wî, weke sê pirtûkan ango sêbare hatin çapkirin.
‘Hema ji bo vê yekê be jî hêja ye binivisînim’
Eduardo Galeano di pirtûka xwe ya “Días y Noches de Amor y de Guerra” (Şev û rojên evîn û şerî) de behsa serpêhatiyekê dike. Ev serpêhatî wiha ye;
“Li gorî ku ez hîn bûm, komek mirov her meh, roja ku kovar derdikeve ji bo kovarê bixwînin ji Çemê Uruguayê derbas dibin û xwe digihînin sînorên Arjantînê. Qederê 20 insan…pêşengê van insanan jî profesorekî 60 salî ye ku demeke dirêj di hepsê de maye.
Sibehê ji Paysandu bi rê dikevin û xwe digihînin Arjantînê. Ev insan li vir li hev kom dibin û piştî kovara “Crisis” distînin, diçin kafeyekê rûdinên. Yek ji nava komê bi dengekî bilind kovarê dixwîne ji bo hemûyan. Yên mayî jî li vî kesî guhdarî dikin û piştî ku xwendin diqede, nîqaşan dikin. Xwendin û nîqaş heta danê êvarê dewam dike. Dema ku xwendin û nîqaş bi dawî dibin, kovarê weke diyarî didin xwediyê kafeyê û berê xwe didin welatê min Uruguayê. Welatê ku kovara min lê qedexe ye.
Ez fikirîm û min got; ‘Hema tenê ji bo vê yekê be jî hêja ye ku ez binivîsim û zehmetiyan hemûyan bidim ber çavên xwe.”
Pere çima ji insan azadtir e!
Bi vî beşê ji pirtûka xwe ya “hembêzkirinê”* Eduardo Galeano nîşan dide ka çima pere ji mirovan azadtir e.
‘Pere, ji insan azadtir e’
Peywirdar peywira xwe bi cih nayînin.
Siyasetvan diaxivin lê ti tiştî nabêjin.
Xelk ray didin lê nikarin kesî hilbijêrin.
Çapemeniya ku divê xelkê agahdar bike agahiyan nade.
Dibistan nezaniyê fêr dikin.
Dozger, qurbaniyan ceza dikin.
Artêş bi hemwelatiyên xwe re şer dikin.
Polîs pirrî sûcan dikin nikarin bi sûcdaran re şer bikin.
Destketî taybet dibin lê îflas fermî û gelemperî tên hesibandin.
Pere, ji insan azadtir e…
* Navê pirtûkê bi xwe “El libro de los abrazos” e yanî “Pirtûka himbêzkirinê”.