Damezirênerê GfbV wefat kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 21 Adar 2023 - 03:33

  • Damezrêner û serokê Civaka ji bo Miletên di Tehlûkeyê de (GfbV), Tilman Zülch wefat kir. 

Damezrêner û serokê Civaka ji bo Miletên di Tehlûkeyê de (GfbV), Tilman Zülch wefat kir. Tilman Zülch 83 salî wefat kir. Di temamê temenê xwe de ew di ber hindikahiyên dînî û neteweyî, ji bo miletên xwecihî û li dijî qirkirinê têkoşiya. Hîna di dema xwendekariya xwe de Hezîran sala 1968´an ew jî yek ji endamên “Aid for Biafra” bû; vê komê hingê konsolosxaneya Ingilîstanê ya li Hamburgê dagir kiribû ji ber ku sîleh didan artêşa Nîjeryayê. 

Wî ev komîteya Aid for Biafrayê paşê berfereh kir û GfbV sala 1970´yî damezirand. Hingê tenê çend dilxwaz pê re bû û wî bi xwe deh salan temamê şev û rojên xwe bi aktîvîzmê bihurand. 

Sala 1988´an GfbV´yê li şirketên Elmanyayê eşkere kir ku wan kiriye ku Iraqa Sedam Huseyin sîlehên kîmyewî çêke. GfbV ji bo Kurdên çar parçeyan jî çalakî kirin, lê çavên xwe li zilma ti welatî beramberî ti komê negirtin.

Zülch 16 caran xelat wergirtin ji ber aktîvîzma xwe, di nava wan de Xelata Aştiyê ya Göttingenê, Xelata Ewrûpî ya Mafên Medenî ji bo Roma û Sîntiyan jî hene. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.