- Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got, “Ya ku qewimî serketineke mezin a nû ye ku di têkoşîna me ya li dijî komên terorîst de li Sahelê bi dest ketiye.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên Fransayê, bepirsyarê DAIŞ‘ê yê Sehra Mezin, Ednan Ebû Welîd El Sehrawî kuştiye.
Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got, “Ya ku qewimî serketineke mezin a nû ye ku di têkoşîna me ya li dijî komên terorîst de li Sahelê bi dest ketiye.”
Rayedarên Fransayê beriya niha gelek caran ragihandibûn ku kadroyên payebilind ên DAIŞ’ê yên li Sahra Mezin kuştine.
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî ev agahya Macron piştrast kir.
Ednan Ebû Welîd el Sehrawî, 2015’an ‘Emîrtiya Îslamê ya Sahra Mezin’ ragihandibû. Çileyê 2020’an di civîna bilind a li Fransayê de, El
Sehrawî weke ‘dijminê sereke’ yê li Sahelê hatibû pênasekirin. Sehrawî weke berpirsyarê gelek êrişên li Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso dihate nîşandan.
PARÎS