Zanyaran li Arjantînê fosîlê dînozorekî dîtin. Hate ragihandin ku ev fosîl dibe ku yê zindiyê herî mezin ê li ser rûyê erdê be.
Fosîlê dînozorê ji cûreyê Titanosaur, ku stuyê xwe dirêj e, li herêma Neuquen ê Arjantînê hate dîtin. Lêkolîneran 24 parçeyên movikê dîtin û diyar kirin ku dînozorê navborî gelekî mezin e.
Ji Zanîngeha Rio Grande do Norte Aline Ghilardi ku yek ji endamên tîma lêkolînê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku bi lêkolînkirina van hestiyan re wê pêvajoya guherîn û pêşketina dînozoran bêhtir bê fêhmkirin.
Tê texmînkirin ku ev dînozor beriya 98 milyon salî sax bû.
ANF/BERLÎN