Hejmara nû ya kovara Folklora Me derket.

Hejmara nû ya kovara Folklora Me derket. Di vê hejmara kovarê da 23 nivîs hene. Kovara Folklora Me, bi edîtoriya Eşref Keydanî tê weşandin. Kovara ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk tê, cih dide nivîsên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî. Di vê hejmara kovarê da du jê bi Kirmanckî, 21 bi kurmancî bi tevahî 23 nivîsên li ser folklorê hene. Ji van jî, yek xebateke arşîvê ye. Folklornasê Kurd, Ebdulreqîb Yûsifî îsal arşîva xwe neqilî ser înternetê kir û Hêmin Omar Ahmad, ji bo giringî û balbirina ser vê arşîvê, berhevdana Mela Xelefê Bafeyî - Mela Xelef li ser daxwaza Ebdulreqîb Yûsifî bi salan li nava Kurdên bakurî berhevkarî kiriye- latînîze kir.
Di nivîsa xwe ya bi Kirmanckî de Perîhan Kayayê qala xwarina “gebolî”yê kiriye û berhevkarê Sêwregî Yakup Taşçiyî jî çîrokek (estanek) ji dapîra xwe tomar kiriye û pêşkeşî xwendekaran kiriye. Ji herêma Torê, Nasir Torî bi meselokekê; ji Farqînê, Sosina Farqînê bi çîroka Sî Ahmedê Silîvî û Xecê; ji Şemzînanê Jiyan û Rojdayê bi xwarina “rişterûn”ê; ji Pasûrê Ayela Zartoyê bi lêkolîneke li ser pincarê gulikê; Ji Agiriyê Fatma Şahînê bi ferhenga tematîk ya sewalkarî û cotkariyê navê xwe xist nava lîsteya nivîskarên Folklora Me.

Efrîn, Deşta Rewanê û Urmiye

Şoreş Reşî, Nîhat Oner û Arxa Makûyî ketine nava rûpelên dîrokê û toz û gemara li ser bûyer û geşedanan xepartine. Şoreş Reşî li ser Efrînê nivîsiye. Yekî berê xwe daye Deşta Rewanê û yê din jî berê xwe daye warê Emirxanê Lepzêrîn, Urmiyeyê.
Mihemed Selîm Bedirxan bi salan e ku ketiye pey helbesteke gelêrî ya qetqetî. Di nivîsa xwe de wî hem qala serpêhatiya xwe û peydakirina van varyantan kiriye û hem jî di dawiyê de parçeyên qetqetî kirine yek û helbesteke gelêrî tanzîm kiriye. Feray Olçerê berê xwe daye motîfên çîrokekê û Bahoz Baranî jî di nivîsa xwe de, qala motîfa kerê kiriye.
Egîdê Fêro, li ser meseleyeke girîng a toponomiyê gotareke hêja nivîsiye. Wî berê xwe daye Fêrgaya Silopyayê, ji kal û pîran navên kanî, gol, gerav, çem, mil, zevî, cîm, pal, şikeft, rê, rêbar, dehl, teht û zinaran pirsiye û wî ew li gor zanista toponomiyê sinifandine.

NAVENDA NÛÇEYAN