Wênegirê bi navê Raj Mohan ê li Hindistanê, di warê “wêneyên ji hewayê ve girtî” de kesekî serketî ye. Wêneyên wî li gelek pêşbirkan xelat wergirtine. Ew kesekî karmend e û di saziyeke fermî de dixebite. Lê meraqa wî ya wênegiriyê gelek e. Wî di van demên dawiyê de li Gola Pulicat a Tamil Naduyê li ser koça flamîngoyan xebitiye û wêneyên wan yên pirr xweşik girtine. Nexasim jî wêneyên ku wî ji jor ve girtine, bêhempa ne.
Dema payîz diqulibe ber bi zivistanê ve gelek flamîngo xwe li Gola Pullicat digirin. Flamîngo çûkên civakî ne, ew ref bi ref difirin û dema difirin ji ber hin sedeman nêzî hev disekinin. Wênegir Raj Mohan ji bo wêneyên xwe got, “Li ser golê bi deh hezaran flamîngo hebûn, dema min li wan temaşe kir û wêneyê wan girt, çawa ku ez di nav xewnekê de bim. Min wisa hîs kir.”
TAMÎL NADU