Fînansorê şer protesto kirin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 04:52

  • Aktîvîstên Riseup4Rojava ji fînansorên şerê dewleta Tirk li dijî kurdan, şirketa sîgorteyê AXA protesto kir. Bi afîşan jî wan hem hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re teşhîr kir û hem jî peyama “Em Şoreşa Rojava diparêzin da”.

ONER POLAT/ZURICH

 

Aktîvîstên Riseup4Rojava yên Swîsreyî, şirketa sîgortayê ya Fransî AXA protesto kir ji ber ku bi şirketa şerê li dijî Kurdan a Tirk OYAK’ê re hevkariyê dike. Wan di nava hefteya bihurî de li kolanan afîş daliqandin û li ser van afîşan hatibû nivîsandin, “AXA şerî fînanse dike”. Aktîvîst bi nûnerên şirketê yên li Neuchâtelê re jî peyivîn û ji wan xwestin, “Destekê nedin qetilkirina sivîlan.”

 

Nerazîbûna ji hevkariya bi OYAK’ê re 

Aktîvîstên ji welatên cihê Înîsiyatîfa RiseUp4Rojava ava kiriye. Ev înîsiyatîf niha li gelek welatan kampanyayên teşhîrkirina dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê bi rê ve dibe. Înîsiyatîfê herî dawî li Swîsreyê, ji ber ku bi Saziya Alîkariya Artêşa Tirk (OYAK) re hevkariyê dike, tevahiya hefteya bihurî bi çalakiyan hevkariya şirketa sîgortayê ya Fransî AXA’yê protesto û teşhîr kir. 

 

Destekê nedin qetilkirina sivîlan

Aktîvîstên RiseUp4Rojava li gelek bajarên Swîsreyê afîşên teşhîrkirina hevkariya AXA û OYAK’ê daliqandin. Li ser van afîşan dinivîsî “AXA Finanziert Krieg/AXA şerî fînanse dike”. Wekî din komek aktîvîst jî li bajarê Neuchâtelê çûn buroya AXA’yê û yekser daxwazên xwe ragihandin rayedarên şirketê. Wan ji van rayedaran re got, “Êdî ji fînansekirina şerî biqerin, destekê hew bidin qetilkirina sivîlan”.

Ji aktîvîstên tevlî vê hevdîtinê bûyî, Céline Prèvast dibêje, “Di hevdîtinên xwe de yên bi AXA’yê re me ji wan re got, destekê nedin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Me got, dagirkeriya dewleta Tirk bêyî destekeke çalak a dewletên rojavayî û şirketên kurewî ne mumkin e. Şirket û dewletên ku bi firotina sîlehan, di warê dîplomatîk de destekê didin van şeran yan jî wan fînanse dikin, îro roj destê wan di rijandina xwêna Kurdan de ye.”

 

Bi şer dewlemend bûn

Céline Prèvast got, siyaseta Swîsreya bêalîbûnê jî seresere ye û wiha peyivî: “Gelek şirket bi şerên li Kurdistanê dewlemend bûn. AXA li aliyekê destekê dide mêhtingeriya Îsraîlê, li aliyê din ji hevkarên mêhtingeriya Tirk e jî. Ev şirketên ku şirketên sîlehan ên Tirk ên weke Aselsanê fînanse dikin, divê berpirsiyar bên girtin ji komkujiyan, paqijiyên etnîk, bombebaranên sîstematîk, qetilkirina sivîlan û aktîvîstan bi droneyên bi sîleh.”  

 

Desteka fînansî teşhîr dikin

Ji aktîvîstên Riseup4Rojava yê li paytexta Swîsreyê Bernê, Claudio jî dibêje, “Weke înîsiyatîf ev demeke dirêj e, em hem şirket û bankeyan destekê didin aborî û tûrîzma Tirk teşhîr dikin û hem jî fabrîkayên sîlehan difiroşin rejîma Erdogan bi kampanyayên cihê teşhîr û protesto dikin.” 

Aktîvîstekî din ê li Bernê, Pobi jî dibêje, çawa ku sezona futbolê dest pê kir, wan tevî alîgirên tîma futbolê, pankartên li ser wan nivîsandî “Em Şoreşa Rojava diparêzin” nîşan daye. Pobi da zanîn ku ji hingê ve li sehayên futbolê, li ser piran û li gelek deverên cihê yên bajêr pankartên heman nivîs li ser wan daliqandine.

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.