Filmê ‘Jan’ ji Birminghamê du xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Tîrmeh 2026 - 12:00

  • Fîlma sînemayî ya bi navê "Jan" di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Birminghamê ya li Brîtanyayê de 2 xelatên sereke bi dest xistin ku xelat "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanê Herî Baş" in.

 

Derhênerê fîlmê Burhan Ehmedî ragihand ku fîlm li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê serkeftineke baş bi dest xistiye û 2 xelat wergirtine. Lîstikvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mahîr Hesen di fîlmê de lîstikvanê sereke ye. Mahîr Hesen di festîvalê de xelata "Lîstikvanê Herî Baş" stand.

Li gel Mahîr Hesen, lîstikvanên wekî Şîma Melayî, Maîde Fezlî, Efşîn Xidirî, Niştiman Resûlnejad, Ekrem Mihemedî û Leyla Beygîzade jî di fîlmê de rolên sereke lîstine.

Derhêneriya fîlma "Jan" ji aliyê Burhan Ehmedî ve hatiye kirin û Mahîr Hesen û Burhan Ehmedî bi hev re çêkerên fîlmê ne. Karên wênegirtin û hilberîna fîlmê di navbera salên 2022 û 2023yan de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin.

Vê fîlmê berê jî di festîvalan de gelek serkeftin bi dest xistibûn.

Di nav wan de xelata "Fîlma Çîrokbêj a Herî Baş" a li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Thessalonîkiyê ya li Yunanistanê û Xelata Yilmaz Guney a ji bo "Fîlma Herî Baş" a li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê hene. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Berendamên Xelatên Emmy eşkere bûn

Xelatên Emmy wekî Oskarên cîhana televîzyonê têne dîtin. Niha ji bo Xelatên Emmy yên îsal berendam hatin eşkere kirin.

78'emîn Xelatên Emmy îsal wê roja 17'ê Rezbera 2026'an li Peacock Theatter a li Los Angelesê bi merasîmek bêne belavkirin.  Pêşkêşvaniya şevê lîstikvana rêzefîlmê "Law and Order" Mariska Hargitay e ku piştî 15 salan cara yekê ye jinek wê pêşkêşvaniya şevê bike.

Liza Colon-Zayas û Jeff Hiller berendamên îsal eşkere kirin.

Rêzefîlmê "The Pitt" herî zêde wekî berendam hatiye nîşandayîn. "The Pitt" di 9 waran de berendam e. Dûre "Hacks", "Widow's Bay" û "Pluribus" tên.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.