Ciwanên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi pirtûkxaneya gerok pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Ranya ya Silêmaniyê belav kirin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, li ber Zanîngeha Ranya û Baxê Giştî pirtûkên Ocalan bi pirtûkxaneya gerok belav kirin.

Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şahîn Sengawî diyar kir ku armanca çalakiya wan, belavkirina fikir û feslefeya Rêber Ocalan e û ew dixwazin van fikr û vê felsefeyê bigihînin xelkê.

ROJNEWS/RANYA