- Ethel Spowers ji bo hunerê modernîst li Awustralyayê yek ji pêşengan e. Li ser vê jina hunermend tesîra hunerê grafîka ji bo çapê ya Japonî gelek e, lê herî zêde jî modernîzma destpêka sedsala 20´an xwe di berhemên wê de dide der
Xetên Ethel Spowers yên modernîzma destpêka sedsala 20´an, bi hûrgiliyên belkî jî tenê li ber çavên jinan bikevin, grafîkên çapê û tabloyan direngînin. Ew nexasim bi teknîka çapa bi darî ya bi muşembe (linocut yan jî çapa bi lîno jî jê re tê gotin) navdar bû. Xasma rengên zer, pirteqalî tonên cihê yên sor û şînên zelal, tevî formên besîtkirî di van grafîkên wê yên ji bo çapê de derdiketin pêş û mijarên wan jî ji jiyana rojane bûn: Zarokên dilîzin, karker, pîrozkirina cejnan, çandinî, çinîn û wekî din.
Ethel Spowers hunermendeke Awustralyayî ye, ew 11´ê Hezîrana 1890´î li South Yarra ya li Melbournê hatiye dinê. Bi hunera xwe elaqeya wê bi Grosvenor School of Modern Art (Dibistana Grosvenor ya Hunerê Modern) a li Londonê tê danîn. Ew xasma bi grafîkên xwe yên ji bo çapa darî ya bi muşembayê navdar bûye. Niha di galeriyên sereke yên mezin ên li Awustralya û Brîtanyayê ev berhemên wê hene. Wê li Awustralyayê Contemporary Art Society (Civaka Hunerê Hevçax) damezrand û pê hunerê modern li Awustralyayê teşwîq kir.
Keça maleke dewlemend
Ethel Louise Spowers keça bavekî ji Zelanda Nû û dayikeke ji Londonê bû. Bavê wê William Spowers xwediyê rojnameyekê bû. Ethel Spowers li Melbournê ji bo hunermendiyê perwerde bû. Li Parîsê jî hinekî li ber destê André Lhote ma. Wê dê studyoya xwe bianiya gundikekî ji dê û bavê wê jê re mayî ya li Toorak a li Awustralyayê.
Pêşî ji bo zarokan xêz kir
Pêşangeha wê ya yekê ya solo gava ew 30 salî bû yanî sala 1920´an li Melbournê pêk hat. Di vê pêşangehê de wê resmên xwe yên ji bo çîrokên gelêrî xêzkirî nîşan dan. Sala 1925´an û sala 1927´an du pêşangehên wê yên din li New Gallery ya Melbournê hatin nîşandan. Vê jî ew weke xêzkereke ji bo çîrokên gelêrî li Awusturalyayê navdar kir. Wê hingê dest bi çapên darî û çapên darî yên bi muşembe jî kiribû. Çawa ku ehlên meselê wê fêm bikin, ev jî bi tesîra hunera Japonî dibû. Pê re jî wê êdî mijarên berfirehtir li berhemên xwe zêde kir.
Naskirina çapa bi muşembe
Stîl û awira wê ya hunerî piştî ku wê salên 1928–29'an li ber destê Claude Flight li Grosvenor School of Modern Art a li Londonê çapa darî ya bi muşembeyê xwend. Ew ne yekane jina hunermend a ji Awustralyayê bû li vê dibistanê; Dorrit Black û Eveline Winifred Syme jî li wir dixwendin. Wê sala 1931´ê jî xwendina xwe dewam kir û pê re fikrên modernîst ên dîzayn û kompozîsyona rîtmîk jî li cem wê bi cih bûn.
Di salên 1930´î de formên wê yên stûr û besîtkirî, hisa rîtmîk a tevgeran, bikaranîna cihê ya rengan û awira wê ya li jiyana rojane, xasma dinyaya zarokan, bal kişand ser xwe; her wiha rexneya hunerî êdî ew jî didît. Ev berhemên wê bi rêkûpêk li The Redfern Gallery ya li Londonê hatin nîşandan.
Sala 1930´î wê pêşangeheke grafîkên çapa bi muşembe ya Awutralyayê li Melbournê vekir û sala 1932´yan jî wê Contemporary Art Society damezrand.
Ew 5´ê Gulana 1947´an ji ber pençeşêrê li Melbournê mir.
Ji ber ku wê orîjînalên gelek berhemên xwe bi xwe paşê tinekirin, çapên wê yên filitî li cem berhevkerên huner îro gelekî bi qîmet in.
MELBOURNE