- Festîvala Filmên Kurd a Londonê îsal ji bo herkesî bêpere ye û online wê li her derê mirov karibin lê temaşe bikin.
Festîvala Filmên Kurd a Londonê 18 salan veguherî markayekê di sektora sînemaya Kurdistanê de. Wê karî ji çar parçeyên Kurdistanê nûneran di nava xwe de bihewîne û xizmeta yekîtiya Kurdan kir.
Îsal wê Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) ji bo cara 11´an di navbera 15 û 24´ê Tebaxê de bê lidarxistin. Festîval îsal wê cihê be; ne li holan, di ser tevna înternetê de ji bo ku her kes ji her deverê karibe belaş li filman temaşe bike, wê film bên nîşandan.
Bernameyeke kurtefilman
Di festîvala online de filmên cihê yên sêwirandî, belgefilm û anîmasyon wê hebin. Ji bilî vê wê bernameyeke festîvalê ya kurtefilman jî hebe. Mijarên festîvala îsal jî ev in: Ji sînoran û wêde, Têkoşîn dewam dike, Jinên di filman de, Di ekranê de şer, Carekê ji caran li Kurdistanê û Di filman de Zarok.
50 film namzetên xelatan in
Festîval wê deh rojan dewam bike û 50 film wê online bên nîşandan. Piştî weşana zindî ya filman, bernameyên pirs û bersivê, hevpeyvîn û dersên hostekaran wê hebin. Promiyerên online û çalakiyên festîvalê ji kesên li Ingilîstan û seranserê dinyayê wê bêpere bin. Pêşbirkên festîvalê û xelat jî dewam dikin; juriyên festîvalê wê Xelata Yilmaz Guney ya Kurtefilma Herî Baş, Masiyonên Taybet ên Juriyê û Xelata Rûmetê ya LKFF MC´yê bidin.
Pêrar diyarî Şehîd Firaz Dag kirin
Festîvala Filmên Kurd a Londonê, weke festîvala yekê ya filmên Kurdî tê zanîn. Cara pêşî bi pêşengiya Halkeviyê bi komek mirovên xwebexş festîvalê sala 2001´ê dest pê kir. Di festîvala 10´an de ku Nîsana 2018’an pêk hat, di nava 9 rojan de 10 filmên metraj dirêj, 14 belgefilm û 18 kurtefilm hatibûn nîşandan. Ev festîvala 10´an diyarî Firaz Dag (Mehmet Aksoy) hatibû kirin. Firaz Dag 26´ê Îlona 2017´an li Reqayê di êrişa çeteyên DAIŞ´ê de şehîd bûbû.
NAVENDA NÛÇEYAN