Festîvala Filman ya Kobanî ya Navneteweyî îsal li Elmanyayê cara 4’an tê lidarxistin. Festîval dê di navbera 9 û 10’ê Îlona 2023’yan were lidarxistin. Festîval hewl dide di salvegera wefata Yilmaz Guney de xwe organîze bike û bi vî awayî ji bo bibîranîna wî tê lidarxistin.
Festîval dê 2 rojan dewam bike û li festîvalê dê filmên ji 30 deqeyî kêmtir werin nîşandan. Filmên werin şandin çi belgefilm, çi kurtefilm û çi jî anîmasyon, divê ji 30 deqeyî dirêjtir nebin. Ev yek ji şertê festîvalê yê bingehîn e.
Festîvala Filman a Kobanî ya Navneteweyî hewl dide îsal navê Yilmaz Guney derxe pêş û ji lewma jî festîvala îsal ji bo wî dikin diyarî. Festîval 1’ê Gulanê dest bi wergirtina filmên namzet kir û dê heta 1’ê Tîrmehê ji filman qebûl bike. Kesên ku filmên wan ên kurttir ji 30 deqîqeyan hene, dikarin ji niha ve filmên xwe ji festîvalê re bişînin. Lê divê neyê jibîrkirin filmên tên şandin divê di navbera 2020 û 2023’an de hatibin çêkirin.
Ji bo şandina filman lînka li jêr dê rê nîşanî we bide û her wiha şert û mercên şandina filman jî dê ji were bibin alîkar bê ka hûn ê çawa filmê xwe bişînin ji festîvalê re;
https://forms.gle/EBL6ixxHAzfE2rnZ9
NAVENDA NÛÇEYAN