- Festîvala Filmên Kurdî ya Dihokê îsal cara 9’an tê lidarxistin. Festîvalê ji bo beşên Kurdî yên îsal, 6 filmên metrajdirêj ên bi Kurdî, 6 filmên belgeyî yên bi Kurdî û 15 kurtefilmên bi Kurdî neqandine. Her wiha di beşên biyanî de jî dê filmên metrajedirêj, kurtefilm û belgefilm werin nîşandan.
ARDÎN DÎREN
Festivala Filmên Kurdî ya Dihokê di nav festîvalên filmên Kurdî de yek ji wan festîvalên herî bi rêk û pêk e. Her wiha li gorî yên din mezin e jî. Tevî ku her sal derbarê birêvebirina wê de nîqaş çêdibin û rêveberên festîvalê hin salan diguherin jî festîval hewl dide ji bo sînemaya Kurdî û her wiha ya cîhanî, bibe warekî mayînde.
Ez bi xwe jî tevlî festîvalê bûm û min li cihê cih jî dît bê ka festîval çawa bi rê ve diçe. Cihê sereke yê nîşandana filman, saloneke konferansê ya mezin bû. Ev salona konferansê jî li Zanîngeha Dihokê bû û wekî din jî li AVM’yeke mezin jî film dihatin nîşandan. Ji ber ku salona konferansê ya lê film dihatin nîşandan dûrî bajêr bû, ji bilî beşdarên festîvalê, kêm kes dihatin ku li filman temaşe bikin. Lê li gorî salona konferansê, salonên li AVM ‘yan bêhtir tije dibûn û xelkê xwe li wir digirt. Lê li wir jî yên li filman temaşe dikirin, dîsa bêhtir beşdarên festîvalê bûn. Festîvala Dihokê bi her awayî bi rengekî profesyonel bi rê ve diçe, tenê kêmasî ew e ku xelkê Dihokê hay ji festîvalê çênabe û festîval li hin cihên nav bajêr, belav nabe. Li gorî hin salan rêveberiya festîvalê hewl dide li “Kampa Domîz” jî filman nîşan bide. Sala ez li wir bûm, tiştekî wiha min nedît. Lê wisa diyar e ku îsal li Kampa Domîz jî wê hin film bên nîşandan. Ev hêleke baş a festîvalê ye û bi vî awayî xelkê li wir salê carekê be jî bi nîşandana filman kêfxweş dibin.
Dilbijandina Ingilîzî û xemsariya ji bo Kurdî
Li vir dixwazim derbarê festîvalên filman ên Kurdî de tiştekî bînim ziman. Hema bibêje festîvalên filmên Kurdî hemû li ser medyaya civakî post û parvekirinên xwe bi zimanê Ingilîzî dikin. Yanî gelek caran zimanê sereke Ingilîzî ye. Tenê li bin Ingilîzî bi Kurdî wergerekê dikin û vê yekê paşguh dikin. Ez dibêjim, bi hinceta “gerdûnîbûnê” ti mafekî me tine ye ku em bi vî awayî nêzî Kurdî bibin. Yanî hin festîvalên dinyayê vê yekê dikin û zimanê sereke zimanê wan ê dayikê ye û dîsa bi têra xwe di nav festîvalên dinyayê de tên nasîn. Ji lewma, divê di her parvekirina me de zimanê me yê sereke zimanê Kurdî be, heger em festîvaleke Kurdî bin û bi vê yekê rabin. Ev tişt min gelekî aciz dike, yanî li welatên din jî zimanê Ingilîzî heye, lê ne yê sereke ye. Divê em hay ji vê meselê hebin û heta ji me were festîvalên xwe bi rengekî Kurdî bixemilînin û parvekirinên xwe yên ji bo danasîna festîvalê jî bi zimanê xwe bikin. Bila ev yek jî rexneyeke min be li festîvalên Kurdî, hêvî dikim vê nivîsê bixwînin û dengê min bibihîzin.
Çima afîşên me ne bi Kurdî ne?
Her wiha meseleya afişên filmên Kurdî jî pirsgirêk e. Hin derhêner dema filman çêdikin, yekser afîşên xwe bi zimanê Ingilîzî çêdikin û ew Kurdî dîsa ji bîr dikin. Hinek ji wan jî bi Tirkî û Farisî hazir dikin, beriya ku bîra Kurdî bibin. Heger hûn baş bala xwe bidine filmên Kurdî yên li Dihokê hatine hilbijartin hûn ê bibînin ku afîşên filmên Kurdî axlebe bi Ingilîzî ne! Divê em hizir û ramanên xwe yên di vî warî de jî bi Kurdî derbibirrin û ji bo vê yekê li ber xwe bidin. Nexwe, zimanê me wê tim weke zimanekî ku têra vê yekê nake û bê kêr e, were hesibandin! Bila hevalên min ên sînemager vê rexneya min jî ji bo siberoja zimanê Kurdî û her wiha sînamaya Kurdî, binirxînin û dilê xwe negirin. Helbet mafê me ye ku em bi zimanê Ingilîzî jî afîşan hazir bikin û divê hebe jî. Ez li hemberî vê yekê nînim. Lê qet nebe di festîvalên xwe de, em afîşên xwe yên bi Kurdî bi kar bînin (heger hatibe hazirkirin!). Heger hûn ji min bipirsin, divê afîşên sereke û resen timî bi zimanê Kurdî bin, wekî din çi festîvalê filmek xwest û nîşan da, meriv dikare ji bo wan afîşekê hazir bike. Lê ez dizanim ev tişta tînim ziman, bi her awayî badilhewa ye!
Festîvala Dihokê cara 9’an tê lidarxistin
Festîvala Filman a Duhokê îsal cara 9’an tê lidarxistin. Festîval dê di navbera 1 û 8´ê Kanûnê de pêk were û ji Kurdistan û welatên cîhanê gelek film beşdarî festîvalê dibin. Filma Fatîh Akin a bi navê “Xatar” (Rheingold) ku behsa rapbêjê Kurd Xeter dike jî tê nîşandan. Ez ê hewl bidim filmên metrajedirêj, belgeyî û kurtefilmên bi Kurdî yên ku îsal ji bo festîvalê hatine neqandin, bidim naskirin.
Bakûr bi hilberîneriya xwe derdikeve pêş
Di beşa “Metrajdirêjên bi Kurdî yên Pêşbirkê” de îsal 6 film hatine neqandin: Cîran (Mano Xelîl), Temenê Kuliyekî Berfê (Kazım Oz), Bûka Baranê (Hiseyîn Hesen), Bîraxane (Bîlal Korkut), Pîrebok (Lutfî Îrdem) û Beriya Şevê (Alî Kemal Çinar).
Her sal ji bo ku filmên mertrajdirêj ên bi Kurdî kêm in, di vê beşê de kêm film tên nîşandan. Heta hin caran ji ber filmên “sêwirandî” kêm in, filmên belgeyî yên baş jî tevlî vê beşê dikin. Di warê filmên sêwirandî de mixabin hilberîneriya Kurdan qels e. Ev rastî dike ku beşên wiha qels bin û filmên werin nîşandan jî kêm bin.
Di nav filmên hatine neqandin de 4 ji wan ji Bakûr, 1 ji wan ji Ewrûpa (diaspora) û yek jî ji Başûr e.
6 belgefilm hatine neqandin
Di beşa “Belgefilmên bi Kurdî yên Pêşbirkê” de jî dîsa 6 belgefilm hatine neqandin. Belgefilmên hatine neqandin ev in; “Goristana Zindiyan” (Furya Younesi), “Şeva Reş” (Kerem Tekoglu), “Ji Bo Dadweriyê” (Elîf Yîgit), “Zimanê Dayikê” (Sarkêw Misgarî), “Rojek” (Zeynê Akyol), “Paşa, Diya min û…” (Nevine Gerits)
Û 15 kurtefilm…
Hejmara filmên ji bo beşa “Kurtefilmên Kurdî yên Pêşbirkê” her sal diguhere. Hin salan 10 film tên neqandin û hin salan jî ev hejmar dibe 15 kurtefilm jî. Festîvalê ji bo îsal 15 filmî neqandine. Ev jî nîşan dide ku di warê kurtefilman de hilberîneriya sînemavanên Kurdî zêdetir e. Ev ji bo sînemaya Kurdî di heman demê de hêviyeke baş e û hewldana Kurdan ya ji bo hilberandina sînemayê nîşan dide. Ew meseleya min li jor anî ziman li vir derdikeve pêşiya min. Festîvalê navên kurtefilman hemû bi zimanê Ingilîzî parve kirine û jixwe afîşên filman jî bêhtir bi Ingilîzî ne! Navên filmên kurtefilman û derhênerên wan li jêr in:
Prelude Of A Corpse (Arin Inan Arslan)
Small Room (Kamiran Betasi)
Sorrowful Jokes (Imad Mahmadany)
The Address (Aram Dildar)
The Banishment (Yilmaz Ozdil)
The Expiration (Saeed Aghai)
Shimpanzee (Ayup Golkar)
Agony (Borhan Ahmadi And Leila Baghpira)
A Voice From Far Away (Shakhawan Abdulla)
Celebration (Navid Zare)
Congenital (Saman Hosseinpuor And Ako Zandkarimi)
Heroes Of Our Time (Selahaddîn Eyûp Tan)
Hooves Beat (Fargol Masrourirad And Seyed Hossein Zeitoonnejad)
Paths (Azhin Kawa)
Partridges Fly Time (Salem Salavati)