Ferhat her 19 salî ye

Nûçeyên Dosye

În 7 Tebax 2020 - 23:00

  • Ayşe Tepe Dogan: Ez li Stenbolê bûm. Min cara ewil di Ozgur Gundemê de dît ku Ferhat hatiye revandin. Gurbetelliyê (Ersoz) hin agahî bi min re parve kirin. Dû re min bilêta xwe birî û çûm Bedlîsê.

Di ser qetilkirina nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê, Ferhat Tepe re 27 sal derbas bûn. Xwişka Tepe Ayşe Tepe Dogan got: "Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêliyekê ne, heta hetayê ne. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe." 
Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974'an de li Bedlîsê tê dinê. Gava di sinifa dawî ya lîseyê de ye, hîna 17 salî dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê dide jî girtina wî nayê qebûlkirin.  
Wê demê bavê Ferhatî, Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê "Tûgaya Tolhildanê ya Tirk" telefonî wî dike û jê re dibêje, wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde, heger milyarek pere bidin wan, ewê Tepe berdin. Her wiha ji bav Îshak Tepe xwestine ku tabelaya DEP'ê ya bajêr daxîne û ji DEP'ê îstifa bike. Taliyê malbata Tepe di 8'ê Tebaxê de xebera qetilkirina Ferhat Tepe wergirt. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê hat dîtin. Di rapora otopisiyê ya ewil de ji bo mirina wî hat gotin, "ji ber bi avjeniyê nizanibûye fetisiye." Lê belê malbata Tepe vê yekê qebûl nake. 27 sal in malbat ji bo dîtina kujeran û dadgehkirina wan têdikoşe. 
 
Guh nedan şahidan gef li parêzer xwarin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) Tirkiyeyê di vêî dozê de mehkûm kir. Malbatê piştî biryara DMME'yê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, ti carî wekî şahid li wan nehat guhdarîkirin.
Li parêzerê malbata Tepe, Şevet Epozdemîr ji bo dev ji dozê berde, gef hatin xwarin.
Xwişka Tepe Civaknas Ayşe Tepe Dogan dibêje,"Piştî ku lîse qedand sala 1992'yan ew kirin nezaretê. Di hepsa Bedlîsê de ma. Ji wir jî ew sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Wê çaxê îşkence lê kiribûn. Wê çaxê diçû gundan nûçe çêdikirin. Şewitandina gundan, şer hemû dikirin nûçe. Roja ew kirin nezaretê jî bîra min naçe. Ji gundekî cîran mêvanek hatibû. Ji bavê min re got, Ferhat hin agahî ji wan wergirtine, lê ji ber ku ji polîsan re negotiye, malavahiya wî kiribû. Çimkî êşkence lê kiribûn û neaxivîbû." 
Xwişka wî ji Ozgur Gundemê bi revandina wî hisiyaye: "Ez li Stenbolê bûm. Min cara ewil di Ozgur Gundemê de dît ku Ferhat hatiye revandin. Gurbeteliyê (Ersoz) hin agahî bi min re parve kirin. Dû re min bilêta xw ebirî û çûm Bedlîsê." 
Ayşe Tepe Dogan, dibêje, hingê dikandarên Bedlîsê pirr alîkariya wan kirine: "Me di nava xwe de milyarek berhev kir. Bavê min dê ev pere bidana. Çimkî dixwest kurê xwe xelas bike." 
Ayşe Tepe Dogan ji bo êşa ji ber qetilkirina birayê xwe dibêje, "Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêliyekê ne, heta hetayê ne. Ferhat bi wî halî li ber çavê min e. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe. Li mala me wêneyekî wî yê 19 saliyê heye, hew. Her tim werê ye."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.