Felsefe:Pirsa Hebûn û Xwezayê!

Nûçeyên Forum

Duşem 27 Tîrmeh 2020 - 10:28

  • Bi dirêjahiya dîroka mirovayetiyê re, kes peydabûne, ku mora xwe li felsefê dane, an jî bi xwe şêweyekî ramanê afirande ne ku pişt re jê re "Felsefe" hate gotin.

TARIQ HEMO



Felsefe gerîna li rastiyan e. Wek destpêk, felsefe ji pirsê peyde bûye. Pirsên derbarê hebûn, mirov, jiyan / mirin û gerdûnê de. Felsefe her weha hewledana nasîna zagonên xwazayê ye. Nasîna zagonan, lê ne nasîna mîkanîzma xebata van zagonan e.
Bi dirêjahiya dîroka mirovayetiyê re, kes peydabûne ku mora xwe li felsefê dane, an jî bi xwe şêweyekî ramanê afirandine ku pişt re jê re "Felsefe" hate gotin. Sokrates, Platon û Aristotales, kesên herî girîng û xwedî bandor bûn/in. Di diyarkirina gewher û rastiya felsefê de, şîroveyên wan destpêkek damezrener û diyarker bû. Piştî derbasbûna ewqas sal, hîn raman, nerîn û şîroveyên wan ên derbarê pirsên wek mirov/bûnewer û xwaza/derdorê de, paşxane û lêvegerek bingehîn e. Mirin bi xwe wek fenomên, her weha çarenûsa mirov a piştî mirinê, pirsek mezin a felsefê bû/ye. Cîhana piştî mirinê, aliyê din yê jiyana heyî/ real bû. Fîzîk li himberî mîtafîzîkê diyar bû qalib girt.


Piraniya hewldanên zelalkirina pirsan, ên di serdemên dawî de, li ser bingeha xebata Sokrates, Platon û Aristotales hatine avakirin. Felsefeya destpêkê ya "kevin", bi demê re, bi gewde bû, şêweyekî taybet girt û dewrî beşên hûr yên zaniyaryên "nûjin" bû: Siyaset, Fîzîk, Biyologî û Çand...


Sokrates digot: Di destpêkê de xwe binase. Aristotales digot: Armanca sereke ya mirovê biaqil, gihîştina astek bilind û tekûz a bexteweriyê ye. Platon jî li ser wergirtina mirov a zaniyariya ku dikare wî nêzîkî rastiyê bike, disekinî. Ji van her 3 kesayetî/ hizran, hijmarek mezin ji nerîn û teyoreyan peyda bû. Bi guhertina deman, derketina împeratoriyan û olan re, her gerîn û pirs li ser van hizirên hebûnî yên van her 3 kesan bû.


Dibe ku ev hizir hatibin vekolîn û rastî şêweyên "guhertin", "berfirehkirin" û "jinûveavakirinê" hatibin, lê di gewherê xwe de, ew mane wek xwe. Tenê ji nû ve hatine gengeşekirin û rastî hewledanên nû ên "hûr û kûr vekolînkirin" hatine.
 Mirov dikare behsa çend feylesofên mezin, yên ku mora xwe li dîroka mirovayetiyê xistine, bike. René Descartes, Georg Wilhelm Friedrich Hegel, Immanuel Kant, Baruch de Spinoza, Karl Marx û Sigmund Freud di serê rêzê de cihê xwe digrin. Di bingehê de, hakimiyeta zaniyariyê, azadiya ramanê, mafê pirsê yê xwederbirînê û raxistina pîrozbahiyên olî li jêr tîna rexneyê, xalên herî sereke û hevbeş ên felsefeya wan bûn. Nietzsche jî yek ji komê bû. Nietzsche bi çend pirsan mijûl dibû: Pûçdîtina wateya Jiyanê û bêwatekirina nirxên çakî û xerabiyê. An gumangirtin ji wate û sûdwergirtina ji van Nirxan. Wekî din, Nietzsche jî diket bin bandora dem û cihê ku di nav de dijiya. Wî teoriya "mirovê bilind", ew ê ku divê zêkûz be û "bingeha gerdûnê" be, pêşkêş dikir. Ev teoriyên Nietzsche li jêr bandora ramanên Darwîn hatibûn meydanê. Li derdora felsefeya xwe, Nietzsche gelek mirov civand.
Wekî din Thomas Hobbes jî hebû. Di warê rêxistina civakê bi şêweyê dewletê, xwedî teoriyek diyarker bû. Ji bo mirov hev neqedînin, divê desthilatdariya dewletê serdest û serwer be. Gotin divê ya dewletê be, da ku "mirovê gur" jiyan, an milk, an namûsa birayê xwe talan û binpê neke. Parastina mirov ji mirov, yekemîn pêdiviya dewletê bû/ye. Dewlet xwadaya erdê ye. John Locke û Jean-Jacques Rousseau jî bi ser vê teoriyê zêde kirin û li gorî dem û cih, ew "vekirin" û çarçevdar kirin. Dibistana Frankfurtê jî aliyên teyoreyî ên sosyalîzim a pêkhatî û pirsa derketina Faşîzmê piştî serdemeke dûr û dirêj ji derçûna Renaissance, analîze kir. Ludwig Wittgenstein aqilekî mezin bû. Ziman mîna avahiyekê dît. Di warê felsefeya ziman de nivîsên xwegirtî hîşt.


Martin Heidegger bi pirsa hebûnê ve mijûl bû. Di pirtûka xwe ya bi navê (Sein und Zeit/Hebûn û Dem) pirsên ku Platon û Aristotelis avêtibûn meydanê, bi şêweyekî hostayene kir pirsek sereke ya felsefê û da ber şîrovekirinê. Berî Heidegger bi 800 salî, feylesofê ereb Fexre Ed-Dîn Er-Razî di pirtûka xwe ya bi navê (الزمان والمكان/ dem û cih) de ev mijar ji ber Aristotelis girtibû û kiribû mijara gengeşiyek balkêş û hêja.
Felsefe xwedî pirsên xwecih in, lê xwedî pirsên dorvegerin jî. Pirsên nû/ kevin di her demê de hene. Lê pirsa herî girîng ya Felsefê pirsa hebûn û mayinê ye. Hebûna mirov û wateya vê hebûnê, pirsek vekirî û li dar e. Pirsa bêçareya mirov li himberî demê ya ku wek aşekî mezin jiyanê dihêre û bi pêla guhertinê re berê her bûnewerekî dide tunebûnê. Dem hebûna her bûnewerekî bi dawî dike. Xwebiçûkdîtina li himberî gerdûnê û hewledanên bê encam yên bandordanîna li ser xweza û demê û nasîna wateya hebûnê, pirsên bê bersiv ên hezarên salane.
 Ev pirsên han, hîna vekirî û li dar in. Hewledan hene, lê bersivên qutûbir nînin. Felsefe hewledana bersevdayinê ye, lê ne bersev bi xwe ye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.