Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ên berê, El Estado Mayor Central (EMC) bi mîtîngeke mezin ragihand ku ew amade ne bi hikûmeta Gûstavo Petro ya çepgir re hevdîtinan bikin.
Berdevkekî EMC-FARC´ê li başûrê welêt di mîtîngekê de got, "Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku delegeyên me wê di 16'ê Gulanê de bi hikûmetê re li ser maseya diyalogê rûnin."
EMC ku koma çekdar a muxalîf a bingehîn a ji FARC'ê cuda bûye, peymana aştiyê ya dîrokî red kiribû ku di sala 2016'an de bi hikûmetê re hatibû mohrkirin.
Di mîtîngê de ku li herêma San Vicente del Caguan a li bajarê Caqueta hate lidarxistin, EMC-FARC'ê got, "Ew hêvî dikin ku maseya danûstandinan a fermî bê avakirin."
Di mîtîngê de ji pêşengên sereke yên rêxistina muxalif Îvan Mordîsco jî amade bû ya ku hikûmeta muhafezekar a beriya niha sala 2022’yan îdîa kiribû ku ew kuştiye.
Pirraniya wan gundî bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Îvan Mordîsco got, "Em bi bawerî û hêviyekê tên ku nexşeyekê ji bo bidawîkirina sedemên şerê li Kolombiyayê ava bikin. Maseya diyalogê wê çandeke siyasî ya nû ava bike ku gel bibe qehremanê bingehîn û FARC bibe garantor."
Li gorî texmînan qederê 3 hezar endamên çekdar ên EMC´ê hene, li herêma Amazonê û sînorê Venezûelayê kar çalak e.
EMC-FARC'ê pêşniyaz kir ku diyalog li Norwêcê bê kirin.
Bi înîsiyatîfa Serokkomarê yekemîn ê çepgir ê Kolombiyayê Gûstavo Petro 1'ê Sibatê bi tevgerên gerîla û komên cuda yên çekdar re ji bo şeş mehan agirbest hatibû ragihandin.
BOGOTA