Doh salvegera mirina yekî ji fîgurên dîrokî yên Kurd bû. Ew esker û siyasetvanekî payebilind bû di nava Xanedana Zengî de. Mirov dikare bibêje, mirina wî bû sedem ku Silhedîn Eyûbî li ber Nûredîn Zengî, yanî mezinê xanedaniyê rabe. Em behsa bavê Silhedîn Eyûbî, Necmedîn Eyûb dikin.
Navê wî yê malê Eyûb e û navê wî yê bi temamî Melik Efzel Necmedîn Eyûbê kurê Şadiyê kurê Merwan e. Ew esker û siyasetvanekî Kurd ê ji Dvînê (li Ermenistana îro ye) ye. Ew 9´ê Tebaxa 1173´yan piştî qezayekê rehmet dike.

Malbat hemû tê sirgunkirin

Navê birayê Eyûb, Şêrko bêhtir îşaret bi Kurdbûna wî dike. Ew ji eşîra Rewadî bû ku bi xwe baskekî Hezbaniyan bûye. Bavê wî, Şadî di xizmeta Xanedaniya Kurd Şedadiyan de bûye. Piştî hilweşîna xanedaniyê, Şadî diçe Bexdayê û ji wir jî diçe Tikrîtê, cihê ku Silhedîn lê tê dinê. Şadî li wir emirtiyê dike. Gava ku kurê wî Şêrko di pevçûnekê de zabitekî Xiristiyan dikuje, malbat hemû tê sirgunkirin.
Atabegê Mûsilê Necmedîn Zengî, yanî bavê Nuredîn Zengî, di dema şerekî sala 1132´yan de dikeve zehmetiyeke mezin û Eyûb û malbata Şadiyan wî ji vê rewşê xilas dikin. Ji ber wê jî xwe deyndarê Şadî dibîne. Piştî ku Eyûb û malbata wî tên cem wî û ew sala 1140´î Baelbekê zeft dike, ew Eyûb dike emîrê Baelbekê. Eyûb heta wefata Necmedîn Zengî yanî 1146´an emîrê Baelbekê ye. Lê gava Muînedîn Nûr, emîrê Şamê, dorê li Baelbekê digire, Eyûb neçar bajêr teslîmî wî dike û li Şamê tevî malbata xwe bi cih dibe.
Wexta ku sala 1154’an, Nûredîn Zengî hema piştî du şeran bi alîkariya Şêrko û Eyûb Şam bi dest xist û Eyûb jî kir waliyê Şamê. Birayê Eyûb Şêrko jî hingê fermandarê Nûredîn ê herî girîng bû.
Sala 1163’an Şêrko û Silhedîn diçine Misirê, û sala 1170’yî Eyûb jî diçe cem wan.
Necmedîn Eyûb sala 1173’an, 31’ê Hezîranê di qezayek siwariya hespê de birîndar dibe û 9’ê tebaxê jî wefat dike. Ji bo bavê Silhedîn Eyûbî Baha ed-Dîn ibn Şedad wiha dinivîse, ew “Zilamekî esîl û merd, nerm û xuypakekî bêqisûr” bû. Ibn el-Qalanîsî jî jê re dibêje, “zilamekî biryarder, biaqil û hayê wî ji dinyayê heye”.

NAVENDA NÛÇEYAN