Ew sterkên şevên tarî ne

Nûçeyên Forum

Duşem 11 Gulan 2020 - 13:31

Adar ŞAMAN

Faşîzim her roj di ser sûç de tê girtin! Kar û barê wê tenê bûye qirkirin, talankirin, kuştin, destdirêjî, dagirkirin û gorên şehîdên şoreşgerên Kurdistanê şikandin. Ev “pergala” temenkurt ji hêla civaka demokratîk ve baş tê naskirin. Ji ber ku ew bi sedan caran di wijdana dayikan de hatiye mehkûmkirin. Hêza wê ya şer li hember gerîla lewaz bûye, êdî nikare bêje, “Ez ê di demeke kin de PKK’ê tine bikim.” Vêca binkeftina xwe bi êrîşkirina ser goristanan û bi îmaja ‘vaye ez hêj xurt im’ dixwaze bide diyarkirin. Ew dewleta ku êrişî goristanan dike, ti hêz û rewabûna wê nema ye.
Dewleta Tirk, di 17’ê Nîsanê de bi tîmên taybet ên polîs û cendirmeyan li Wan û navçeyên wê, êriş bir ser goristanên şehîdan. Piştre van êrişên xwe li Çewlik, Mûş, Amed û navçeyên wê Farqîn û Lîcê berfireh kir.

Li Wanê û navçeyên wê, polîs û leşkeran destpêkê bangî malbatên ku gorên zarokên wan li goristanê hene kirin û li ber çavên malbatan yek bi yek kêlên goran parçe kirin. Gef li malbatan xwarin û gotin “Nabe ku careke din hûn kêlên goran rastbikin ha!” Êrişên li ser goristanan her ku diçe tê berfirehkirin. Xuya ye ku wê ev êrişş li seranserê goristanên Kurdistanê belav bibe. Ji ber ku biryara van êrişan dewlêtê di asta jor de daye û waliyên mêhtînger jî vê biryara sosret pêk tînin.
Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê, li malbatên ku zarokên wan di şerê azadiyê de şehîd bûne geriyaye û ji wan xwestiye ku kêlikên gorên zarokên xwe bişikînin, wêneyên kêlikên şikandî wêneyên wan bigirin, ji qereqolê re bişînin û tîpên “X, W, Q” ji kêlika gorên zarokên xwe bibin. Ev zilmeke gelekî mezin e li ser gelê Kurd û bi teybetî li ser malbatên şehîdan tê kirin. Ev kirinên faşîzmê ne. Dubare êşê bi malbatan didin kişandin. Di kesayeta wan pakrewanan de ya tê kirin, li hember mirovahiye bêrêzî ye! Desthiladariya kedxwar, dixwaze bi van sepandina temenê xwe dirêj bike û li ser piya bisekine. Di ti hincetan de, rêgeza rêzê ya gor û miriyan a ku nirxek gerdûnî ye, êrişên li ser wan tên kirin rewa nayê dîtin. Ev rêbazên wehşî bi zanebûn û pîlankirî ne. Qirkirina dewleta AKP’ê ya mêhtînger li ser gelê Kurd, heyanî goristanên vê civakê jî ‘terorîze’ dike.
Di dîroka mirovahîyê de, cara yekem e ku dewletek bi arteşa xwe êrişan dibe ser goristanan. Dewlet, ne tenê îro vê yekê dike, di sedsala 19-20’an de heman polîtîka li ser Serok, helbestvan û wêjevanên Kurdan pêk anîne. Kesên ji bo doza Kurd kar, xebat û têkoşîn kirine, dewletên dagirker gorên wan veşartine. Ev rêbaz yek ji wan e ku rûmeta nirxên Kurd ji holê rakirin e. Qirqirin li ser hemû nirx û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ev ji qirkirinê jî wirdetir e. Li ser gorên şoreşgeran ya tê kirin, pîvanên neyartiyê derbas kiriye. Di pîvanên mirovahiye de navê vê yekê hovîtî, bêwijdanî, bêexlaqî û kirêtî ye. Di tevahiya civakan de gor-goristan pîroz in. Goristan, sebra manewî ya kesên ku li pêy wan êş dikşînin in. Warê kedera rondikên dayîkan e.

Helbestvan û wêjevanê Kurd Hacî Qadirê Koyî yê ku weke “Ehmedê Xanîyê duyemîn” tê zanîn, di sala 1887’an de li Stenbolê wefat kir. Lewma heta niha gora wî nayê zanîn ku li ku derê ye. Dewlet, gora helbestvanê Kurd heta îro vedişêre. Hacî Qadirê Koyî, ji bo pirtûka “Mem û Zîn” gotiye “ev pirtûka gelê min e.”

Di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şex Seîd û 46 hevalên wî yên pê re hatin darvekirin, dewletê cenazê wan revand, neda malbatên wan û bir li cîhekî bêkesan veşart ku kes nizane bê gorên wan li kuderê ne. Heya roja îro jî ji derveyî dewletê kesek nizane gorên wan li ku ne. Seyît Riza, Seîdê Kurdî (Nursî), Seyîd Abdulqadir, kurê wî seyîd Mihemed, Dr. Fuad, Şêx Esadê Erbîlî heya niha gorên wan nayên zanîn ku dewletê bi ku ve birine.

Dîsa bi hezaran ew kesên ku “kiryarên wan dewlet e” hatine wendakirin, bêser û şûn çûne, 789 heftene Dayîkên şemiyê ji bo edalêtê bênavber di çalakiyan de ne. Ew bi xeyalên ku wê rojekî hestiyên zarok û xizmên xwe bibînîn têdikoşin. Çalêkiyên wan bê rawestan didomin. Lê dewlet heta niha hestiyên wan jî nedane. Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe de bi biryar in. Gelek caran êrişî kirine, lê wan dev ji çalakiya xwe bernedaye. Lê dayîkan çalakiya xwe hej mezintir kir.
Hema zêhniyeta qirker hestiyên şehîd Egîd, piştî sê salan bi kargoyê şand ji dayîk û malbata wîr e. Sekna Dayika dilşewat bû heza moralê ya têkoşînê. Mînakên vê bûyerê di dîrokê de ne mîtosî, ne jî nivîskî peyda nabin. Yekemîn car e ku cenazeyê mirov bi postayê mîna diyariyekê ji malbatê re tê şandin. Dewleta Tirk, di şerê qirêj ê li hember Kurdan de rêbazên ku nemaşandine êdî nemaye.
Li Wan û navçeyên Wanê leşker û polîs li goristanan, wêneyên gorên şehîdên şoreşger kişandin qemerayê. Piştre ji malbatan agahiyên der barê zarokên wan de xwestin. Gelo agahî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane çima tên komkirin? Agahiyên îstixbarî tên komkirin. Rejîma tirk, bi van kiryarên qirêj çi ferq û cudahiya wê ji DAÎŞ’ê maye? Dixwaze malbat dij zarokên xwe helwêst bigrin. Lê malbat nehatin listkên dewletê û ji her demê zedetir xwedî li nirxan derketin. Çawa ku çalakiya dayika Hakîfe Serînyel a li hember texrîbkirina gora keça xwe Sevda Serînyel a di nobedê de gelek bi nirx e. Tirsa desthilatdaran, ji hêza civakê ya çalak e.

Tehmûla faşîzmê ji sembol û nirxên gelê Kurd re ji binî nîne. Dixwaze her tiştê li ser navê Kurdî ji holê rake û tine bike. Dixwazin ku em ji wan re bêjin “mirî,” lê ew şehîdên şoreşger in. Qaşo, bi hinceta ‘nasnavên gerîla li ser kêlên goran hene’ gor tên şikandin. Hincetên deshilatdariyê yên nirxan pê biçûk bike pir in û ji her sepanê re qilifekî çêdike. Malbatên şehîdên şoreşê dibêjin, “Bila dewlet tavilê destê xwe ji gorên zarokên me bikişîne. Em vê heqaretê nahêlin ji neyar re. Dewlet sûç dike”. Ev qêrîna malbatan di wîjdanê mirov de rabû ser pê.

Qirkirin li ser tevahî hebûna civakê tê meşandin. Ji goristan û gorên me ditirsin. Dixwazin em bê nirx û bê nasname bijîn.

Tenê ji bo vê politikaya qirkirinê, pewîst e ku em qiyametê rakin. Destê xwe ji gorên keç û xortên me yên leheng bikişînîn! Ew şervanên azadiyê ne! Dibe ku îro ew kulmek ji axa pîroz in. Lê ew, pîrozên şoreşa me ne! Ew, melekên giyan û hestên me ne. Ew sterkên şevên tarî ne. Ew tîrêjên roja me ne. Ew, Çira evîna hevrêtiyê ne. Ew şalûl-bilbil û hozanên doza xwe ne. Ew, çûkên asîmanên çiya û zozanan e. Ew, roniya têkoşîna sibe roja me ne. Ew rêberen gelê xwe ne.

Ew heroj bi gotina “li ser gora min binivîsin ew deyndarê gelê xwe ye” tên bibîranîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.