Ev baran wê nesekine

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Mijdar 2020 - 21:32

Belgefilma bi navê Ev baran wê nesekine (This rain will never stop) premiyera xwe ta dinyayê li Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya Amsterdamê kir. Festîvalê 18´ê Mijdarê dest pê kir û wê heta 6´ê Kanûnê dewam bike.

Ev baran wê nesekine, li ser kurê bi navê Andriy e. Bavê wî Kurdê Rojava ye û dayika wî Ukraynayî ye. Gava şerê li Sûrî dest pê dike bi malbatî berê xwe didin Lysychanskê, bajarekî li herêma Luhansk a Ukraynayê. Lê şer bela xwe ji wan venake û şerê Donbassê ji nû ve ji binî ve jiyana wan diguherîne. Andriy bi Xaça Sor re alîkariya civakên bûyî mexdûrê şer dike.

Derhênera filmê Alina Gorlova tercîh kiriye, dîmenên reş û spî bi kar bîne. Andriy, di navbera daxwaza xwe ya jiyaneke aram û şerên li dewrûbera xwe de maye. Mirina bavê wî ya bi carekê, rewşê ji bo wî trajedîktir dike. di filmê de hem kêliyên xurtiya ji ber hestxurtiyê û hem jî kêliyên xwe bêtaqethiskirinê didin dûv hev.

Di filmê de Kurdî, Ukraynayî, Rûsî û Erebî tên bihîstin. Film 102 deqîqeyan dirêj e û wê doh premiyera xwe ya dinyayê kir.

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.