Etîk û estetîka jiyanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Adar 2023 - 04:28

ROJ HOZAN/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Xebatên lêkolîna meydanî ya li ser têgehên “etîk û estetîkê” di zanista Jineolojiyê de ev nêzî salekê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin. Li her kantonê navendên lêkolînê hene, rêbazên cuda di vê lêkolînê de têne bipêşxistin bi rengekî komî bi saziyan re nîqaşên wê tên kirin û encamên wê tên girtin. Rêbazên din jî di nava civakê de ye; mînak li cihê ku zêde kapîtalîzm û model lê bi pêş ketiye ev zanist lêkolîna xwe didomîne. Di heman demê de bijîşkên ku bipêşketinên kapîtalîzmê diteyisînin û li ser mirovan didin bikaranîn bi wan re nîqaş bi pêş dikevin û tesbîtên vê zanistê bi encam dibin. Bi van rêbazan beşa etîk û estetîkê dikaribû xwe bigihîjîne encamên baş di zanista Jineolojiyê de. Têkildarî beşa etîk û estetîkê ya ku yekem car e di zanista Jineolojî de hatiye bipêşxistin, em endama Akademiya Jineolojiyê ya Kantona Qamişloyê Nofa Elî re peyivîn.

 

Pîvanên sereke yên jiyanê ne

Nofa Elî warê etîk û estetîkê weke pîvanên sereke yên jiyanê pênase dike. Ew li ser bikaranîna etîk û estetîkê bi rengekî şaş ji aliyê sîstema kapîtalîst dibêje, “Etîk û estetîk du peyvên latînî ne, wateya wan bi Kurdî xweşikbûn û exlaq e. Ev her du peyv jî pîvanên sereke yên jiyanê ne û bêyî wan yan jî bi jirêderketina wan jiyan ber bi şaşîtiyan ve diçe. Hewcedariya civakê, mirovan, zayend û zindiyan bi van her du warên bingehîn heye, lê ev war bi kîjan rengî werin bikaranîn yan jî li ser çi esasan werin meşandin? Ya girîng ev mijar e. Sîstema kapîtalîst xwedî kûrahiyeke mezin e di aliyê bandorên xwe yên sereke li ser jiyan û mêjiyê civakan de. Ji ber dema peyva kapîtalîst tê gotin, şêweyên jiyanê yên ji rê derketinê, tên bîra mirovî. Di heman demê de warê etîk û estetîkê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi kar tînin. Mînak, vekirina fabrîke û şirketên herî mezin ji bo xweşikbûnê, tecrûbeyên herî mezin li ser mirov û zindiyan ji bo ceribandina madeyên ku îhtîmala herî mezin encamên wê nerênî bin, ev hemû jirêderketina estetîkê ye. Sîstem feydeyên erzan li ser ruhê zindiyan qezenc dikin, ev rêbazên kapîtalîzmê yên bê exlaq in.”

 

Pîvanên xweşikbûnê bûne wekhev

Nofa Elî bal dibe ser şerê sîstema kapîtalîst bi çanda civakan re: “Sîstema kapîtalîst ji bo li gorî xwe kiryarên derheqê mirov û zindiyan de bike, sîstema xwe bi civakan dide qebûlkirin û vî tiştî bi şerekî nerm dike. Pîvanên xweşikbûnê didin guhertin, weke nimûne pîvanên xweşikbûnê di civaka me ya Kurd de pirr bi qîmet in, wê dilnizmiya civaka me didin nîşan. Mirov her çiqasî bi exlaq û zanist be, ewqas jî xweşik dibe û xweşikbûna rast jî di terz, mêjî û danûsitandina mirov de ye. Li cîhanê hemûyî pîvanên xweşikbûnê bûne yek, şikl û modêl yek in. Sîstema kapîtalîst çanda xwe di cîhanê de dide gerandin û hêdî hêdî dide rûniştandin.”

 

Kapîtalîzm rêbazên şer diguherîne

Nofa Elî behsa pêwîstiya bipêşxistina beşa etîk û estetîkê di zanista jineolojiyê de dike û wiha dipeyive: “Weke navenda jineolojiyê erk û berpirsyariya me çareserkirina pirsgirêkên civakê bi riya lêkolînan e. Di civakê de pirr pirsgirêk hene hatine dîtin û lêkolînkirin lê ti çareserî ji wan re nehatiye dîtin. Yek ji erkên me yên bingehîn hem lêkolînkirin e hem jî çareserkirina pirsgirêkan e, ji ber ku di civaka me de hewcedariyek heye. Di roja îro de jin û ciwan bi sedema bandorên kapîtalîzmê ber bi tehlûkeyên mezin ve diçin û xwe winda dikin. Tevî ku şoreş li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne, em dibînin kapîtalîzm rêbazên xwe yên şer diguherîne û berê xwe ji şerê çekdarî dide modêlê. Bi van rêbazan, dixwazin çanda Kurdistanî bidin bişaftin, bi rehetî mirovan qezenc bikin û wan ji çand û rîûresmên wan dûr bixin. Mebesta me jî wek navenda Jineolojiyê ew e ku me xwest em vê lêkolînê bi pêş bixin da ku gel û ciwanên me di vê warî de hişyar û bîrewer bibin, û nekevin xefika van sîsteman. Ya din jî, em dixwazin bi van lêkolînên xwe rê li pêşiya sîstema kapîtalîzmê bigrin û dijberî wê mirovên xwedî çand û exlaq ava bikin.”

 

Bi rêbazên cuda hûr û kur ajotin

Nofa Elî balê dibe ser rêbaz û xebatên ku ji bo lêkolîna beşa etîk û estetîkê tên meşandin û derheqê lêkolînan de dibêje, “Me ne tenê rêbazek bi kar anî ji ber ku di nava zanista Jineolojiyê de rêbazên me pirr in. Rêbazên ku bi taybetî ji bo beşa etîk û estetîkê hatin meşandin komî bûn, me ji zarokên civakê heta mezinên civakê weke hev esas girtin. Di heman demê de ji beşên civakê hemûyan kesên zana û ne xwendevan, bi kesên ku di nava sazî û akademiyan de dixebitin re me lêkolînên xwe bi pêş xistin. Hem bi rêbazên pirsname weke pirs û bersiv, hem jî bi rêbazên atolye, hevpeyvîn, nîqaş, guftûgo û semîner ev lêkolîn hatin meşandin. Niha me lêkolîna xwe xelas kiriye û em di qonaxa nivîsandinê de ne. Dema encamên wê bên derxistin, mirov dikare bi rêbazên ku em bi kar tînin, wek broşûr an jî pirtûk bi civakê re parve bike. Niha em bi mamosteyên dibistanan re destpêkê lêkolînên xwe parve dikin da ku destpêkê, siberoja civakê yanî zarokan li ser pîvanên exlaqî werin perwerdekirin. Di heman demê de wê bi sazî û dezgehên herêmê re encamên van lêkolînan bên parvekirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.